Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Beyrût û Şamê bi diruşma ˊJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ şahiyên Newrozê li dar xistin.

Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
Li Beyrût û Şamê Newroz hat pîrozkirin
21 adar, 2024   22:30
BEYRÛT

Li Lubnanê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star şahiya Newrozê organîze kir û di şahiyê de bi hezaran kurdistanî beşdar bûn.

Dayikên şehîdan agirê Newrozê dada. Dûre li ser navê Kongra Star, PYDˊê, Weqfa Newrozê ya Çandî û Civakî û ciwanên şoreşger axaftin hatin kirin.

Axêveran Newroz li tevahî gelên di oxira azadiyê de tê dikoşin pîroz kir.

Piştre koma Welatê Rojê stran, koma Şehîd Rojîna dîlana folklorîk pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Niyazî Dilban, Cad Izedîn û Cêsî Circuwe stran pêşkêş kirin û beşdaran dîlan gerand.

ŞAM

Li Şamê, PYDˊê bi beşdariya bi hezaran kesî şahiya Newrozê li dar xist. Dûre dayikên şehîdan agirê Newrozê dada û beşdaran li dengê Rêber Abdullah Ocalan ê li ser Newrozê guhdar kir.

Piştre endamê PYDˊê Hesen Ebdullah, endama Kongra Star Newroz Xelîl û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan axaftin kirin.

Axêveran Newroz li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên li ser çiya pîroz kir.

Li dawiyê, koman stran û dîlan pêşkêş kirin, her wiha gelek hunermendan stran gotin. Di şahiyê de hunermend Omer Kobanî, Medya Raman, Îmad Hesen, Rêber Wehîd û Xerîb Ebdullah beşdar bûn. Koma Şehîd Delîla, koma Şehîd Serhed hunerên xwe pêşkêş kirin.

(fr)