Di teqîna li Bender Ebas de 281 kes birîndar bûn

Rêveberiya Beşa Lezgîn a Parêzgeha Hurmuzgan ragihand li gor zanyariyên destpêkê heta niha 281 kes di teqîna li Bender Ebas de birîndar bûne .

Di teqîna li Bender Ebas de 281 kes birîndar bûn
26 nîsan, 2025   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berî çend saetan li Bendera Şehîd Recayî ya li Bender Ebas ya Îranê teqînek bihêz rû dabû.

Der barê encamên teqînê de Rêveberiya Beşa Lezgîn a Parêzgeha Hurmuzgan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor zanyariyên destpêkê heta niha 281 kes di teqîna li Bender Ebas de birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.

Derbarê sedemê teqînê de tu gahî nehat parvekirin.