DYA û Îran wê careke din bicivin

Îran û DYA wê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên têkildarî lihevkirina nukleerê de îro cara sêyemîn li Ummamê werin ba hev.

DYA û Îran wê careke din bicivin
26 nîsan, 2025   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îran û DYA wê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên têkildarî lihevkirina nukleerê de îro cara sêyemîn li Ummamê werin ba hev. Hevdîtin bi daxwaza DYA’yê û armanca ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe hatibû destpêkirin. Di hevdîtinan de wê dest bi diyarkirina çarçoveya lihevkirineke nukleerê ya muhtemel were kirin.

Trump ê ku dibêje DYA û Îran wê li hev bikin, anî ziman ku ger lihevkirinek pêk neyê ew ê dest bi mudaxelaya leşkerî bikin.

Rayedarên Îranî jî dibêjin ku tu mûşekên nukleerî ên parastinê ne mijara hevdîtinan in.