Di şewata daristanên Zagrosê de jîngehparêzekî jiyana xwe ji dest da

HRANA bi raporekê ragihand ku heftiyeke daristanên Zagrosê dişewitin, qeyrana hişkesalî kûrtir bûye û qirêjiya hewayê rewşa herêman xistiye metirsiyê de. Gorî agahiyan di xebatên vemirandina şewatê de jîngehparêzek jiyana xwe ji dest da.

Di şewata daristanên Zagrosê de jîngehparêzekî jiyana xwe ji dest da
4 tîrmeh, 2026   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA, têkildarî qeyranên jîngehê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raporeke heftane weşand.

Di raporê de hate diyarkirin, di vê hefteyê de li bilindahiyên Kamyaranê û daristanên Şelem yên li dewrubera bajarê Îlamê agir derket û ziyanên jîngehê çêbûn.

Her wiha hate ragihandin li navçeyên Xayîz û Behbehanê yên ser bi bajarê Xûzistanê ku li başûrê daristanên Zagrosê ne, agir bi daristanan ketiye.

Li gorî raporê di xebatên vemirandina şewatê de çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê Teqî Çengelwayî jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewamiya raporê de hate destnîşankirin ku 18 nêçîrvan û binpêkerên jîngehê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine binçavkirin ku gelek ji wan li bajarên Kamyaran û Şahîndêjê bûn û bi şêwazekî neyasayî nêçîrvaniyê dikirin. Her wiha li Kirmaşanê 2 ton û 300 kîlogram darên berûyê de ji aliyê jîngehparêzan ve hatine desteserkirin.

HRANA da zanîn ku di hefteya borî de hewaya herî kêm 23 bajaran li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê qirêj bûye û jîngeha wan navçeyan di rewşeke metirsîdar de ye. Di heman demê de qeyrana avê gihîştiye asteke xeternak ku 18 bajar û 250 gund bi temamî bê avin. Li gel vê yekê, li Xorasana Bakur 285 yekeyên pîşesaziyê ji ber qirêjiya jîngehê di bin çavdêriyê de ne.