Şaredariya Qamişloyê: Biryara rûxandina avahiya kevn li gorî daneyên teknîk û yasayî ye

Şaredariya Qamişloyê bersiva rexne û îdiayên têkildarî rûxandina avahiya kevn a şaredariyê da û diyar kir ku ev biryar ne bi lez û bêyî lêkolînan hatiye dayîn, piştî irxandinên teknîk, plansaziya bajêr, nêrînên saziyên peywendîdar û hewcedariyên xizmetguzariyê hatiye dayîn.

Şaredariya Qamişloyê: Biryara rûxandina avahiya kevn li gorî daneyên teknîk û yasayî ye
Şaredariya Qamişloyê: Biryara rûxandina avahiya kevn li gorî daneyên teknîk û yasayî ye
Şaredariya Qamişloyê: Biryara rûxandina avahiya kevn li gorî daneyên teknîk û yasayî ye
4 tîrmeh, 2026   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Gel a Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî daxuyaniyê, avahiya şaredariyê di sala 1935'an de di dema desthilata Fransayê de, ji bo bajarekî ku di wê demê de nêzî 5 hezar niştecihê wê hebûn, hatibû avakirin. Lê îro hejmara niştecihên Qamişloyê nêzî milyonek kesî ye û avahiya heyî êdî nikare bersiva hewcedariyên xizmetguzariyê yên niha bide.

Şaredariyê diyar kir ku şîrketa ya ku avahî ava kiribû, di sala 2008'an de bi nameyeke fermî hikumeta Sûriyeyê agahdar kiribû ku temenê fîzîkî û teknîk ê avahiyê bi dawî hatiye û ew ê berpirsyariya her zirareke ku ji ber bikaranîna wê derkeve, negire ser milê xwe. Li ser vê yekê hikumeta wê demê jî biryar dabû ku avahiyeke nû were avakirin, lê ev proje nehat cîbicîkirin.

Daxuyaniyê diyar kir ku di Nîsana 2025'an de dest bi amadekirina lêkolîneke berfireh ji bo avahiya nû ya şaredariyê hate kirin. Encamên lêkolînê piştî nirxandinên teknîk û plansaziya bajêrvaniyê pêşkêşî Meclisa Şaredariyê hatin kirin û proje li gorî rêkarên yasayî hate pejirandin.

Li gorî nirxandinên teknîk, cihê niha ji ber tengahiya erdê, qerebalixiya trafîkê, kêmbûna cihê parkê û daxwazên firehkirina xizmetguzariyên şaredariyê ne guncaw e ku kompleksek nûjen li wir were avakirin. Ji ber vê yekê biryar hate girtin ku avahiya nû li cîhekî guncawtir were çêkirin, cihê heyî jî di projeyeke bazirganî de were bikaranîn.

Şaredariyê her wiha îdiayên ku dibêjin projeyê dê bibe sedema veguhastina xwedîtiya milkên şaredariyê red kir. Li gorî daxuyaniyê, hem erd û hem jî projeya bazirganî dê di xwedîtiya Şaredariya Qamişlo de bimînin, her wiha dahata kirê ya projeyê jî dê bibe çavkaniyek domdar ji bo baştirkirina xizmetguzariyên giştî.

Der barê îdiaya ku avahiya kevn "şûnwarekî dîrokî ye” de, şaredariyê diyar kir ku tenê kevnahiya avahiyê ji bo bidestxistina vê statuyê têrê nake. Daxuyaniyê diyar kir ku heta niha tu biryara fermî ji aliyê saziyên berpirs ve ji bo tomarkirina avahiyê wekî mîrateke dîrokî an çandî nehatiye dayîn.

Her wiha, şaredariyê da zanîn ku berî destpêkirina projeyê ji Wezareta Çandê û Rêveberiya Parastina Şûnwarên Dîrokî ya Rêveberiya Xweser bi fermî pirsî ku gelo astengiyeke yasayî an çandî heye an na. Li gorî daxuyaniyê, her du saziyan piştrast kirin ku tu astengiya yasayî an şûnewarî li pêşiya cîbicîkirina projeyê tune ye.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku lohaya dîrokî ya li ser avahiyê bi baldarî hatiye daxistin û niha di bin çavdêriya tîmeke pispor de tê parastin. Li gorî şaredariyê, piştî qedandina avahiya nû ev loha dê dîsa li cîhekî guncaw di avahiya nû de were danîn.

Şaredariya Qamişloyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû biryar di çarçoveya yasa, nirxandinên teknîkî û berjewendiya giştî de hatine girtin. Şaredariyê got ku armanc ew e ku di navbera parastina mîrata dîrokî û pêşxistina bajarê nûjen de hevsengiyek were parastin û ewlehiya welatiyan û baştirkirina kalîteya xizmetguzariyên giştî were misogerkirin.