Di Sempozyuma li Tebqayê de rengîniya çandên Sûriyeyê
Pirrengiya li Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn a Tebqayê cihêrengiya çanda Sûriyeyê nîşan dide. Şêwekarên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine, bi hev re nasnameya çandî ya welat nîgar dikin.
Li Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn a Tebqayê bêhna rengan belav bûye, nêrîn û ramanên pêkhateyên cihêreng tevlihev bûne. Li sempozyumê tabloyên bi destê jinên ciwan ên Quneytirayê hatine nîgarkirin, bale dikişînin.
Şêwekar Zemzem El Hac û 2 keçên xwe ji Quneytirayê hatine Tebqayê û beşdarî sempozyumê bûne ku hunerê wek pireke di navbera çandên Sûriyeyê de bi kar tînin.
Zumurud Swêd a 17 salî, kêfxweşiya xwe bi sempozyumê anî ziman û diyar kir ku Desteya Çandê guh daye hemû hunermendan.
Yaqût Swêd a 9 salî jî wêneyê keçeke ji Reqayê nîgar kiriye û diyar kir ku wêneya wê peyamekê dide dê û bavan ku li zarokên xwe xwedî derkevin û peyamekê dide hemû cîhanê ji bo parastina zarokan û rawestandina şerên ku jiyana wan dixe metirsiyê.
Hunermend Zemzem El Hac behsa beşdarbûna xwe di sempozyumê de kir û da zanîn ku wê biryar da ku dest bi vê ezmûnê bike tevî rêya dûr jî.
Zemzem El Hac dibêje mîrateya Firatê ku wê ji nêz ve nas kir, pir dişibe ya Quneytirayê, ev tişt jî di tabloyên her du keçên wê de xuya kir, ji ber ku wan îlhama hunera xwe ji xwezaya herêmê û mîrateya wê ya dewlemend girtiye.
Zemzem El Hac got: "Ev mîrateya welatê me Sûriyeyê ye û nîşana nasnameya me ya nîştimanî û çandî ye. Her wiha me tiştên hevbeş di navbera çandên Tebqa û Reqa û yên Quneytira û Girên Golanê de dîtin. Ev mîrateya hevpar reseniya çanda herêmê nîşan dide.”
Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê 3`yê Gulanê dest pê kir. Di sempozyumê de ku ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê hate birêvebirin, 31 hunermend ji seranserî Sûriyeyê beşdar bûn.
(k)
ANHA