Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve

Li kantona Tebqayê piştî rizgarkirinê gelek veguherînên mezin pêk hatin, şêniyên kantonê ji hemû pêkhateyan ji bo jinûveavakirina herêmê di qadên cuda de bi hev re ketin nava hewldanan. Gel di warê ewlehî, xizmetguzarî, aborî û çandê de destkeftiyên berbiçav bi dest xistine û Tebqa bûye modeleke hevgirtina civakê û pêşketina domdar.

Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
Tebqa; ji bin kavilên şer ber bi geşepêdan û guherînê ve
11 gulan, 2025   05:06
TEBQA

Piştî rizgarkirina kantona Tebqayê, hemû pêkhateyên destên xwe dan hev û bi biryardarî ji bo avakirin û pêşxistina herêma xwe xebitîn. Bi avakirina rêveberiya xwe ya xweser ku hemû pêkhate hembêz kirin, karîbûn di warên cuda de destkeftiyên berbiçav bi dest bixin. Piştî qonaxa rizgarkirinê qonaxa jinûveavakirin û pêşdebirinê dest pê kir ku di nava heşt salên borî de guherîneke mezin pêk hat.

MODELA BIRATÎ Û HEVGIRTINÊ

Hevserokê Meclisa Bajarê Tebqayê Hemûd El Riheyil ku di nava kesên yekemîn de bû ku ji dema rizgarkirina Reqayê ve li ser birêxistinkirina Rêveberiya Xweser xebitî, der barê mijarê de wiha got: "Ji ber ku komîn binyada sereke ya avakirinê ye, me yekser piştî rizgarkirina Tebqayê dest bi avakirina komînan kir, şêniyên Tebqayê tevlî vê xebatê bû,  paşê me dest bi avakirina saziyên Rêveberiya Xweser kir ava, vê yekê biratî pêkvejiyana di navbera civakên herêmê de xurtir kir, îro piştî 8 salan, gelê Tebqayê bi xwe karên xwe bi rê ve dibe, bi rêya nûner û meclîsên xwe zagon û rêziknameyên xwe danîne.”

Li kantona Tebqayê sê meclisên sivîl ên bajarên Tebqa, Mensûra û El Cirniyê hene, ji 206 komînan pêk tên: 60 komîn li bajarê Tebqayê, 68 komîn li bajarê Mensûra û 60 komîn li bajarê Cirniyê.

HEVGIRTINA CIVAKÊ JI BO PARASTINA DESTKEFTIYAN

Hevserokê Desteya Karên Hundirîn a Kantona Tebqayê Riyad Welî tekez kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve giranî daye xebatên ewlehiyê, lewma Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên girêdayî wê hatin avakirin.

Riyad Welî her wiha got: "Ji destpêkê ve şêniyên Tebqayê bi coş tevlî xebatên parastina ewlekariya navxweyî bûn, ku hemû pêkhate roleke zelal di pêkanîna aramiyê de lîstin. Hevgirtina di navbera şêniyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de jî bû sedema bihêzkirina ewlehiyê, ji ber ku welatiyan alîkarî dan Hêzên Ewlekariyê parastina can û mal û milkan.”

JI REWŞA WÊRAN BER BI JINÛVEAVAKIRINÊ

Tebqa di rewşeke wêranî û hilweşiyayî de ji bin dagirkeriya DAIŞ'ê derket, ev jî barê şaredariyan giran kir. Lêbelê, wan karîbûn van kêşeyan derbas bikin û di van çend salên borî de guhertinek berviçv di warê xizmetguzariyê de pêk bînin.

Hevserokê Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê Elî El Mehmûd diyar kir: "Dema ku Tebqa hat rizgarkirin, rewşa wê ya xizmetguzariyê gelek xirab bû. Me dest bi xebatê kir ji bo peydakirina xizmetên bingehîn û başkirina rewşê. Me giranî da ser du warên sereke: ava vexwarinê û paqijî, bi budceya salane ya nêzî 1.5 milyon dolar, ku ji sedî 70 rewşa xizmetguzariyê  baş kir. "

JINÛVEAVAKIRINA ABORIYÊ

Aborî binyada jiyanê ye, ev binyad jî di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de wêran bû, diviya bû li ser bingehên saxlem were avakirin, ti taybet ji ber ku çandinî û pîşesazî girîngtirîn jêderên dahata nişteciyên herêmê re.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê li Tebqayê Mihemed El Meter, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo "Projeyên geşedanê xebitî da ku aboriyeke civakî ya pêş bixe û pêdiciyên xelkê pêk bîne. Me piştgiriya çandiniyê kir û binesaziyek bihêz ji bo wê ava kir, her wiha me jîngeheke guncaw ji bo pîşesazî û pîşesazên herêmê payda kir, vê jî hişt ku pîşesazî pêş bike û bazirganî jî geş kir, niha ew bûne beşeke sereke ya aboriya kantonê.”

VEJANDINA ÇANDÊ

Çeteyên DAIŞ’ê rasterast çanda civakê kirin hedef û bi qedexekirina huner, pirtûkxane û çalakiyên çandê hewl dan çanda civakê tune bikin. Ji ber vê yekê Desteya Çandê giranî da ser vejandina çanda civakê ya ku di salên hebûna çeteyên DAIŞ'ê de ji holê rabû.

Hevserokê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê Elî El Elaya der barê mijarê wiha got: "Hebûna DAIŞ'ê li Tebqayê piraniya çandan ji nav bir û jiyana çandî wêran kir, lê me gavên mezin avêtin û me karîbû modeleke çandî ya bedew ku hemû pêkhateyan li xwe digire bi dest bixin. Bi sererastkirina şûnwaran û lidarxistina pêşangeh û mîhrîcanan, êdî hunermendên ji hemû deverên Sûriyeyê berê xwe dan Tebqayê.”

JIN PÊŞENG IN

Jinan ji ber ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan de cih girtin, di avakirina siberoja Tebqayê piştî rizgariyê roleke bingehîn lîstin û bûn parçeyek bingehîn a pêvajoya guhertinê.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Tebqayê Mizgîn Ebdulezîz jî wiha got: “Beriya rizgarkirinê jin ti rol nelîstin û bi tevahî dihatin çewisandin. Lê piştî rizgarkirinê jin tevlî saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan bûn û weke jinên azad dest bi jiyana xwe kirin. Di nava 8 salan de jinên Tebqayê bûn nûnerên jinên azad ên Sûriyeyê û li tevahî gelên Sûriyeyê xwedî derketin.”

TEVÎ ZEHMETIYAN JÎ SIBEROJÊ AVA DIKIN

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser xwendekarên ku ji ber şev bi salan dûrî xwendinê bûn, hewlên mezin dan. Îro hejmara dibistanan li Tebqayê gihiştiye 215 dibistanan û 58 hezar xwendekar ji aliyê hezar û 618 mamosteyan ve tên perwerdekirin.

Her siha gelek dibistanên hemû astên perwerdeyê hatin nûjenkirin ji bo ku proseya perwerdeyê berdewam bike û jîngehek guncaw ji xwendekaran were peydakirin.

(k)

ANHA