Siyasetmedarên Dêrazorê banga jinûve sazkirina destûreke adilane kir
Çalakgerên siyasî û sivîl ên Dêrazorê daxwaza sazkirina destûreke nû ya Sûriyeyî kir ku pirrengî û beşdariya giştî misoger bike û "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê kir û bi misogerkirina dûrxistinê û paşguhkirina pirneteweyî û olî ya li welat bi nav kir.

Danezana destûrî ku desthilata Şamê di 13’ê Adarê de derxistiye rastî pêleke tund û rexneyên tûj hat û Sûriyeyiyan ew danezan bi têkçûyîna hêviyan û dubarekirina siyaseta Partiya Baas’ê û rejîma berê ya Sûriyeyê wesif kir.
Hejmarek ji çalakvanên siyasî û sivîl ên kantona Dêrazorê ji ajansa me re li ser girîngiya destûreke Sûriyeyî ku nûnertiya giştî ya tevahî aliyan bike, axivî.
Endamê Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Rêveber a gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê Xelîl El Salih axivî û got: "Pêwîs te di destûrê de bendên beşdariya aktîv a tevahî pêkhateyên civakê di biryardanê de; çi li ser asta xwecihî yan jî niştîmanî, hebin. Her wiha divê makenîzmayên rastîn ên bihêzkirina jinan û ciwanan ji bo beşdariya siyasî û civakî de werin peydakirin."
El Salih "Danezana destûrî" ya niha bi forma navendî û dûrxistinî wesif kir û got ev destûr ji bo bingeha avakirina dewleteke adil û aramtir bi kêr nayê û ne pêkan e ku dewleteke niştîmanî ya hevgirtî bêyî destûreke bi pirrengiyê îtîraf bike û çarçoveyeke yasayî peyda bike ku hemûyan wekhev bigire, were avakirin.
Hevseroka Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Sîham El Ehmed diyar kir ku divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di sazkirina pêvajoya veguhêz de beşdar bibin û got: "Weke şertê cewherî ya pêkanîna îstîqrara mayînde divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî pêvajoya veguhêz bibin. Ji ber tecrûbeyên dîrokî îsbat kirin ku çi projeya siyasî ku xwe dispêre diyalogên girtî yan jî yekalî bi bin dikevin."
Sîham diyar kir ku divê destûreke Sûriyeyî ya nû li ser komeke pransîpên bingehîn ên avakirina Sûriyeyeke demokratîk a adilane were sazkirin, rêzê ji tevahî mafên mirovan û azadiya nêrînê bêyî cudakirinê re bigire û bi awayekî fermî pirrengiya çandî, neteweyî, olî li welat nas bike.
Her wiha hevserokê Meclisa Gundê Meraşide Esed El Dexîl jî got digel astengiyên dijwar ku Sûriye zêdetirî 10 salane rûbirûyê ye pêdivî bi lêvegereke destûrî li ser bingehên qanûnî heye.
El Dexîl anî ziman ku dijwar e îstîqrara siyasî yan jî civakî li Sûriyeyê bêyî destûrekê ku ji nû ve danasîna têkiliyê di navbera destûr û hemwelatiyan de li ser bingehên hemwelatîbûna giştî û edaleta parve bike, pêk bê û got divê di destûra nû de tu alî neyên paşguhkirin, nijadperestî û hegemonî tune be û xwe bispêre pergaleke nenavendî.
(fr)
ANHA