Di salvegera 4′an de şehîdên teqîna sûka Qamişlo hatin bibîranîn

Xelkê Qamişlo salvegera 4′an a şehîdên teqîna ku li sûka bajêr çêbûbû bi bîr anîn.

Di salvegera 4′an de şehîdên teqîna sûka Qamişlo hatin bibîranîn
Di salvegera 4′an de şehîdên teqîna sûka Qamişlo hatin bibîranîn
Di salvegera 4′an de şehîdên teqîna sûka Qamişlo hatin bibîranîn
Di salvegera 4′an de şehîdên teqîna sûka Qamişlo hatin bibîranîn
Di salvegera 4′an de şehîdên teqîna sûka Qamişlo hatin bibîranîn
Di salvegera 4′an de şehîdên teqîna sûka Qamişlo hatin bibîranîn
11 mijdar, 2023   17:36
QAMIŞLO

Bi dehan xelk, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên şaredariya gel bi boneya salvegera 4′an a şehadeta 5 welatiyan li goristana Qamişloyê amade bûn.

Di 11′ê Mijdara 2019′an de erebeyeke bombebarkirî li nava sûka Qamişloyê teqiya, di encamê de 5 welatî şehîd bûbûn; koordînatorê çalakiyan ê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihemed, nûçegihana Şaredariya Qamişlo Zozan Şêxo, ciwana bi navê Medîne Mihemed, ciwanê bi navê Amir El Elî, zarokê bi navê Nûbar Îbrahîm ku piştre çend rojan ji ber birîna xwe şehîd bû. Li kêlek wê jî 20 kes birîndar bûn.

Li goristanê, beşdaran kulîlk danîn ser gorên Amir, Medîne, Zozan û Nûbar, her wiha cenazeyê şehîd Xalid jî ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê ve hate veguhastin.

Bi diruşma ′şehîd namirin′ merasîma bîranînê bi dawî bû.

(fr)

 ANHA