′Ciwan pêşengê Şoreşa 19′ê Tîrmehê ne′

Ciwanên şoreşger a Reqa û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê meşek li dar xist.

′Ciwan pêşengê Şoreşa 19′ê Tîrmehê ne′
′Ciwan pêşengê Şoreşa 19′ê Tîrmehê ne′
′Ciwan pêşengê Şoreşa 19′ê Tîrmehê ne′
′Ciwan pêşengê Şoreşa 19′ê Tîrmehê ne′
′Ciwan pêşengê Şoreşa 19′ê Tîrmehê ne′
11 mijdar, 2023   17:54
REQA

Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Reqa û gundewarên wê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa, Yekitiya Werzîşê ya Reqa û Desteya Ciwan û Werzîşê beşdar bûn û ji pêş morga

şehîdan heta ber navenda ciwanan a bajêr ketin rê.

Di meşê de beşdaran êrişên dewleta Tirk a dagirker şemezar kirin û pankartên ′Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji topbarana Tirkiyeyê re, na ji qetilkirina zarok û komkujiyan re′ hildan. Li ber navenda ciwanan li ser navê ciwanên şoreşger hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Reqayê Mehmûd El Elî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin hîna dewleta Tirk a dagirker êriş, topbaran û bomebarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike, tevahî cihên leşkerî, sivîl û binesaziyan dike armanc. Hedefa wê ji wê yekê ewlehiya herêmê û îstîqrara wê têk bibe, da vîna gel bişikîne û herêmê ji niştecihên wê vala bike û tola komên xwe yên terorane ku bi destê hêzên herêmê têk çûne, hilde. Armanca êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şikandina vîna ciwanan e ku jêdera hêzê ji tevahî hêz û saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku ev ne cara yekemîn e ku ciwan tên hedefgirtin, berê jî li Kobanê û Cizîrê hatin hedefgirtin.

Di dawiyê de hate gotin ciwan pêşengê Şoreşa 19′ê Tîrmehê ne û dê pêşeng bimînin û destkeftiyên vê şoreşê ku bi fedakariya hezaran şehîdan pêk hatiye, biparêzin.

(fr)

ANHA