PADÊ: Em ê ji bo betalkirina biryarê kar bikin

PADÊ ji encûmena dadweriyê xwest, biryara têkildarî wan di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku ji bo betalkirina biryarê wê kar bikin.

PADÊ: Em ê ji bo betalkirina biryarê kar bikin
7 tebax 2024   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara girtinê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. Piştî biryarê Mekteb Siyasî ya PADÊ bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya derbarê biryara Encûmena Dadweriya Bilind a Dadgeha Federal a Iraqê eşkere kir.

Daxuyaniya çapemeniyê li navenda PADÊ ya li nehiya Sinûnê ya ser bi Şengalê hate dayîn.

'DESTÛRA ME FERMÎ Û QANÛNÎ YE'

Silêman Hecî pêşî bal kişand ser kar û barên PADÊ û got: "Em bi navê gelê Êzidî û girseya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji we daxwaz dikin ku hûn bi awayeke berfireh li vê biryara ku we girtiye binerin. Ji ber partî li gorî lîsansa jimare 40 hatiye avakirin. Di sala 2017’an de ji aliyê Dezgeha Partiyên Siyasî yên Iraqê ve li gorî yasa û yasayên partiyên siyasî ava bûye. Partiya me 3 caran beşdarî hillbijartinan jî bûye. Partiyê ji dema avabûna xwe heta roja îro kar û barên xwe dike û ti karekî neyînî li dijî siyaseta partiyê nehatine tomarkirin. Hemû rêveber û endamên mekteba siyasî ji aliyê gel ve hatine hilbijartin."

'BIRYAR PIŞTÎ HATINA ERDOGAN HATE DAYIN'

Silêman Hecî  biryar ji serdana Erdogan a ji bo Iraqê qut nenirxand û got: "Li gel hemû rêz û hurmeta ji bo nêrîna dadweriyê, dibe agahiyên ne rast di derbarê partî û girseya ku piştgiriya me dike de hebin. Bi taybetî ev biryar piştî hatina Erdogan hate dayîn."

PADÊ di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî dema eşkerekirina biryarê jî da ev pirs li Encûmena Dadweriya Bilind a Dadgeha Federal a Iraqê kir: "Çima di vê roja salvegera jenosîda bi ser civaka me de hatiye de biryareke wisa tê girtin? Ma hûn çawa nêzî hestên birîndar ên gelê me dibin?."

Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Silêman Hecî diyar kir, beriya biryar were eşkerekirin diviyabû lêpirsîn derbarê giliyan de hatiba kirin û got: ‘Çima berî derketina hukmê dadweriyê, li ser vê babetê lêpirsîn venekirin? Li ser çi esasê pereyên partiyê ku di destê wan de ne têne desteserkirin? Me ev pere nedizîne û qiruşekî dewletê jî di nav de nîne. Me bi keda xwe, alîkariya civaka me ya Êzidî ya derveyî welat kar û barên xwe rêve dibir."

Silêman Hecî da zanîn ew ê ji bo betalkirina vê biryarê kar bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê ji bo dadgehên eleqederê dosyayêne hemû delîlên pêwîst pêşkêş bikin ku ti peywendiyeke me bi ti aliyeke derve re nîne. Hêvî dikin qanûn jî bêyî cûdahî li ser herkesî were ferzkirin. Divê were zanîn metirsiya vê partiyê li ser ewlekariya welat nîne."