Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin-2

“Kesên nayên yekîtiyê divê bên teşhîrkirin û sûcdarkirin. Ev herî zêde erka rewşenbîran e, yan wê pê rabin yan wê îstîfa bikin û bibêjin, em ne rewşenbîr in”. Dîroknas Abdullah Şikakî bi van gotinan bal kişand ku gelê Kurd di pratîkê de yekîtî ava kiriye, lewma divê pêşeng rola xwe bilîzin û Kongreye Netewî çêbikin.

Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin-2
7 tebax, 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN/
CÎHAN BÎLGÎN

Dîroknasê ji Rojavayê Kurdistanê Abdullah Şikakî, têkildarî pêvajoya dijwar a ku Kurd tê de derbas dibin, derfetên li pêşiya wan û erkên rewşenbîran nêrînên xwe parve kirin.

Abdullah Şikakî bal kişand ser şoreşa bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan destpê kiriye, êriş û komployên dijî vê têkoşîna dîrokî û rola rewşenbîran a ji bo têkoşînê û li dijî dagirkeriyê.

‘DI SERHILDANÊN BERÊ DE ROLA REWŞENBÎRAN NEBÛ’

Abdullah Şikakî, bibîr xist ku di diroka Kurdan de gelek serhildan çêbûne, lê rola rewşenbîran zêde nebû û got: “Di van serhildanan de gelê Kurd fedakariyên mezin kirin û qûrbanî dan, lê rola rewşenbîran tê de tine bûn. Yên bi navê rewşenbîran dihatin nasîn gîrêdayî dewleta Osmanî yan jî dewleta Tirkiyeyê bûn. Taktîk û stratejiya dijmin ew bû ku serokên serhildanan tasfiye bikin û bi vî rengî serhildan têk dibirin.”

Şikakî, destnîşan kir ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê destpê kiriye cudaye û wiha dom kir:  “Ev şoreşek zanistî, gelerî, gerdûnî û pir pêşketî ye ku ketiye pêşiya hemû paradîgmayên cîhanê. Rewşenbîrên cîhanê tevlî vê şoreşa dibin ku rizgariya cîhanê tê de dibînin.”

‘JI BO TÊKBIRINÊ KOMPLO ÇÊKIRIN’

Şikakî anî ziman ku hêzên dagirker û hegemon ji bo têkbirina vê têkoşîna dîrokî li dijî Rêber Abdullah Ocalan komploya navnetewî pêk anîn, lê negihîştin armanca xwe û wiha pê de çû: “Bi komploya navnetewî xwestin Serok Apo tasfiye bikin, lê dîtin ku hêrsa gel zêdetir bû. Her ku zext li Serok Apo kirin, ev hêrs zêdetir bû. Fikir û felsefeya Rêber Apo ketiye mêjiyê gelê Kurdistanê. Parastina Serok Apo bi xwedî derketina felsefeya wî re pêk tê. Ev yek niha pêk tê, lewma dewleta Tirk har bûye.”

‘DIVÊ REWŞENBÎR SEFERBER BIN’

Abdullah Şikakî destnîşan kir ku dewletên dagirker û hêzên hegemon ji bo têkbirina serhildana Kurdan a serdemê, di nav liv û tevgerê de ne û bal kişand ser rola rewşenbîran a dijî van planan: “Dewleta Tirk ji bo vê şoreşa Kurdistanê têk bibe bi her çar dagirkerên Kurdistanê re ketiye nav têkiliyê. Hebûna Kurdan wekî tinebûna Tirkan dihesibîne. Di vê rewşê de roleke mezin dikeve ser milê rewşenbîran. Pêwîste di nava gel de hişyariyekê çêbikin da ku ev serhildan ne wekî serhildanên berê be. Dijî qirkirin û dagirkerina Kurdistanê divê rewşenbîr seferber bibin. Ev serhildana dawî, ji bo Kurdan derfeta dawî ye. Ger ev şoreş neyê parastin, dê gelê Kurd careke din nikaribe serê xwe hilde.”

‘YEKÎTÎIYA REWŞENBÎRÊN KURDISTANÊ PÊWÎST E’

Dîroknas Şikakî ji bo pêşîgirtina xeteriyan pêşniyar kir ku li çar aliyên Kurdistanê rewşenbîr hêza xwe bikin yek û ev tişt anîn ziman: “Rewşenbîrên cîhanê dibêjin, `Di tengasiyan de divê rewşenbîr xwedî li gelê xwe derbikevin.` Xwedîderketin ne tenê ew e ku gotinekê bibejê yan jî nivîsekî binivîsîne.  Divê destpekê bi dest, ling, guh, çav û devê xwe tevlî şoreşê bibe û bixebite. Lazime bi destê xwe şer bike. Ger viya nikare bi pênûsa xwe şer bike, heqîqetê derxînê pêş. Li Rojavayê Kurdistanê çend yekîtiyên rewşenbîran hene, lê mixabin li gorî pêwîstiyên demê tevnagerin, lewaz in. Her wiha hin rewşenbîr hene ku li hemberî şoreşê disekinin û dixwazin şoreşê têk bibin. Dijî her dijber û dijminan divê rewşenbîr hêza xwe bikin yek û yekîtiyek rewşenbîrên Kurdistanê çêbikin.”

‘YÊKÎTIYA GEL AVA BÛYE NIHA PÊWÎSTÎ BI KONGREYÊ HEYE’

Abdullah Şikakî da zanîn ku di jiyanê de gelê Kurd yekîtiya netewî ava kiriye, lewma niha tişta pêwîst lidarxistina Kongreya Netewî ye. Dîroknas Abdullah Şikakî gotinên xwe bi van pêşniyaran bidawî kirin: “Di tevlîbûna nav refên Tevgera Azadiyê, li hemberî êrişên ser Kobanê û Efrînê yekîtiya gel derket pêş. Ev yekîtî ji yekîtiya gelê Rojhilata Navîn re bûye bingeh. Lewma ev şoreşa herî mezin a demê ye. Divê were parastin û ev destpêkê erka rewşenbîran e. Ji niha û pê ve Kongreya Netewî ya Kurdistanê divê bê lidarxistin. Kesên nayên yekîtiye divê bên teşhîrkirin û sûcdar kirin. Divê ji wan bê pirsîn ku çima ji yekîtiye direvin û xwe didin kêlêka dijmin? Ev herî zêde erka rewşenbîran e, yan wê pê rabin yan jî wê îstîfa bikin û bibejin, em ne rewşenbîr in.”

(a)

ANHA