Yehya El Sinwar bû serokê Hemasê

Tevgera Hemasê ragihand ku Yehya El Sinwar li şûna Îsmaîl Heniye bû serokê nivîsgeha wê ya siyasî.

Yehya El Sinwar bû serokê Hemasê
6 tebax 2024   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de got tevgerê li şûna Îsmaîl Heniye, Yehya El Sinwar bo serokê nivîsgeha siyasî erkdar kir.

Roja yekşemê, cîgirê serokê Tevgera Hemasê li Şerîda Xezayê Xelîl El Heye ragihandibû ku di çend rojên bê de dê tevger navê serokê nivîsgeha siyasî ya nû li şûna Îsmaîl Heniye ragihîne.

El Sinwar (61) serokê pratîkî yê tevgerê ye û di serê armancên Îsraîl dixwaze bigihîne wê. Li gorî ABC News a Amerîka ku demekê berê ragihandibû, Îsraîlê ji bo kuştina wî 400 hezar dolar diyar kiriye.

Dezgehên çapemeniyê îro bi bîr xistibû ku Tevgera Hemasê Mihemed Îsmaîl Derwêş li şûna Îsmaîl Heniye bo serokê nivîsgeha siyasî ya tevgerê erkdar kiriye.

Her wiha çavkaniyan got heta niha li ser navekî ku şûna Heniye bigire diyar nebûye û got agahiyên tên belavkirin heta niha ne rast in û hilbijartina kesekî li şûna Heniye bi dawî nebûye.

(fr)