KNK: Girtina biryara Iraqê biryareke destketên gelê Kurd e

KNK'ê biryara girtina 3 partiyan li Iraqê weke biryareke siyasî ya li dijî destketiyên Kurd pênase kir û bang li hikumeta Iraqê kir ku dest ji vê biryarê berde.

KNK: Girtina biryara Iraqê biryareke destketên gelê Kurd e
7 tebax 2024   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a KNK'ê têkildarî biryara Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ya li ser girtina 3 partiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê; Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiay Eniya Têkoşîna Demokrasiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar siyasî ye û li ser zextên dewleta Tirkiyeyê hatiye wergirtin.

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Weke tê zanîn ev e demeke dirêj e, hatûçûn û serdanên heyetên her du welatan zêde bûne û li van hevdîtin û rûniştinan li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, gelek xalan li hev kirine. Herî dawî 22.04.2024'an de Serokkomarê Tirk Erdogan serdana Iraqê kir û di encamê de di navbera her du welatan de, 26 peyman hatin imzekirin. Di nava van peymanan de yên herî girîng ew bûn ku li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ne. Divê hemû Kurd û Kurdistanî bizanin serdan û lihevhahatinên dagirkeran ne li ser xêrê ne. Piştî vê serdanê hikumeta Iraqê PKK weke hêzeke qedexe bi nav kir û kete di nava xebatên dijber de. Niha jî 3 partiyên din ên Kurdî jî qedexe dike.

Di 10. salvegera jenosîda Şengalê de, qedexekirina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), ne tesedûf e. Biryara jinavbirina vîn û îradeya bawermedên Êzidî ye û berdewama êrîşa DAÎŞ'ê ye. 

Ev biryar û ev kiryar belkî niha li dijî hinek partiyên Kurdistanî tê xuyakirin, lê di encamê de li dijî hemî gelê Kurdistanê ye û têkbirina destketiyên gelê me amanc dike. Bi van biryar û kiryarên xwe hikumeta Iraqê, hêdî hêdî dikeve ser aqliyet û xeta partiya Baas. Eger pêşiya vê siyasetê neyê girtin, statûya federal ya Herêma Kurdistanê jî di navde, hemû destketiyên gelê Kurd wê têk biçin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, hemî hêzên demokrat yên Iraqê û hemî Iraqiyên ji welatê xwe hez dikin, vê tehlîkeyê bibînin, vê meseleyê cidî binirxînin û li dijî vê helwestê rawestin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), du partiyên Kurdistanî ne û heman demê de endamên KNK'ê ne. KNK li dijî girtin û qedexekirina partiyên siyasî ye. KNK van partiyan weke partiyên din ên partiyên meşrû û rewa dibîne. KNK biryara Encûmena Bilinda Dadweriya Iraqê, weke biryarekî siyasî dibîne, red û şermezar dike."

Di dawiya daxuyaniyê ev bang hate kirin:

"Bi vê munasbetê em weke KNK bang li hukumeta Iraqê dikin û dibêjin ev rêya we girtî rêyek şaş e û rojeke zûtir vê helwesta xwe biguherin û vê biryarê paşde bigirin.

Her wiha em bang li hemî hêz, partî û saziyên Kurdistanî dikin ku li hember vê biryarê rawestin û destketiyên gelê Kurdistanê biparêzin."