‘Em bi gerîla re ne’

Şêniyên kantona Firatê berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kir û got “Gerîla ji bo azadiya me tê dikoşe. Em ê heta dawiyê bi gerîla re bin.”

‘Em bi gerîla re ne’
7 tebax 2024   04:55
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Şêniyên kantonê Firatê piştgiriya xwe ji gerîlayên azadiyê re anîn ziman û got: "Heta yek ji me hebe em ê tê bikoşin. Gerîla hêza gel e.”

Endama Komîteya Jinan a Kantona Firatê Hisna Bozî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayên azadiyê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re anî ziman. Hisna Bozî got: “Dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê êrişî gerîla dike û her cure çekên qedexekirî li hember gerîlayên azadiyê bi kar tîne. Gerîla li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a qirker bi bawerî, bi coş û hêza herî mezin berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Berxwedana gerîla hêz û moraleke mezin dide me."

Hisnayê got ew ê heya serkeftinê bi gerîlayan re bin û wiha dom da axaftina xwe: "Em ji dewleta Tirk a faşîst a qirker re dibêjin dawiya te hatiye. Serkeftin a gerîlayên me ye. Ev ax axa me ye. Em ê axa xwe biparêzin û piştgiriya gerîla bikin, heta dikopek xwîn di canê me de hebe wê têkoşîn her bilind bibe ji ber ku em xwedî bîrdoziyek bi hêz in."

Cîgira Hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Firatê Wehîde Omer êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk bi hemû planên xwe yên qirêj êrişî zarokên me yên gerîla dike. Kurdistan a me ye em ê wê biparêzin."

Wehîde piştgiriya xwe bi gerîlayan re anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê heta dawiyê piştgiriya gerîlayên xwe bikin. Em ê planên dewleta Tirk a faşîst vala derxînin û dawî li xiyanetê bînin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Zehê Elî Eyûb anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê heta dawiyê bi gerîla re bin û got: "Gerîla ji bo ku em azad bijîn tê dikoşin. Dewleta Tirk a faşîst çiqas êrişan li hember gerîla pêk bîne nikare serî hilde. Gerîla zarokên me ne, em dev ji piştgiriya wan bernadin. Heta yek ji me hebê em ê piştgiriya gerîla bikin, têkoşîna xwe bilind bikin."

(bb)

ANHA