Rêveberên Kongra Star: Ji bo azadiya fîzîkî têkoşînê mezin bikin

Endamên rêveber ên Kongra Star a Dirbêsiyê têkoşîna cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Rêveberên Kongra Star: Ji bo azadiya fîzîkî têkoşînê mezin bikin
7 tebax 2024   02:25
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Li dijî ferzkirina ˊcezayên dîsplînêˊ li ser Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk ve û bêdengiya navneteweyî der barê de, bertekên şermezarkirinê, zêde dibin.

Têkildarî mijarê, endamên rêveber ên Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê diyar kir ku di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ˊJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de têkoşîn were bilindkirin.

Endama rêveber a Kontra Star a Dirbêsiyê Fatme Keleş axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku Rêbertî ji gelê wî bi dûr bixe, tecrîdê li ser ferz dike. Klîta çareseriyê li Rojhilata Navîn fikra Rêber Abdullah Ocalan e."

Fatme wiha domand: "Jinan roleke pêşeng di dewamkirina pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de lîst. Ji ber ku jin bi fikra Rêber Abdullah Ocalan bandor bûn û rêya azadiyê ji wan re ronî kir."

Her wiha endama rêveber Silava Simo got: "Pêdiviya qonaxê ji bo gelê me bi têkoşîna ber bi azadiyê ve heye. Ew jî bi xwespartina li fikir û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan pêkan dibe. Sedema sereke ya tecrîdê fikir û felsefeya Rêbertî belav nebin."

Silava wiha domand: "Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de gavên erênî hatin pêkanîn. Me di wê pêngavê de ji tevahî cîhanê re pergala girtîgehan li gel dewleta Tirk û mehrûmkirina Rêbertî ji mafên mirovahiyê di girtîgeha Îmraliyê de aşkera kir."

Endama rêveber Nesrîn Hesen jî bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha pê de çû: "Divê tevahî têkoşînê bilind bikin, berxwedanê mezin bikin, xebata di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan de zêde bikin."

Nesrîn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî, em li ser fikir û felsefeya wî bimeşin."

(fr)

ANHA