Li Rojhilata Navîn sedem û encamên gurbûna aloziyan

Dr. Tariq Wehbî diyar kir ku li Rojhilata Navîn aloziyeke gur heye û wek “hefteya şerê gur” bi nav kir, lê hevsengiyên navneteweyî dê wekî xwe bimînin. Wehbî anî ziman ku ji ber ku çareyên rasteqîn ên vê aloziyê tune ne, dê ev rageşî ne ya dawîn be.

Li Rojhilata Navîn sedem û encamên gurbûna aloziyan
7 tebax 2024   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Li Rojhilata Navîn piştî aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de gur bû, aloziyeke zêde heye. Her wiha hîna Tehran û Hizbullaha Lubnanê soza bersivdana kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û fermandarekî payebilind ê Hizbullahê didin.

Di êrişeke Îsraîlê ya li taxeke başûrê Beyrûtê de fermandarê Hizbullah Fûad Şukir hatibû kuştin, piştî wê bi kêmî 24 saetan bi êrişeke moşekan serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê hatibû kuştin.

Berdevka Pantagonê Sabrina Singh destnîşan kiribû ku wezîrê parastinê yê DYA’yê, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Gallant agahdar kiribû ku Pantagon dê tedbîrên zêde bigire û guhertinan di rewşa hêzên xwe yên parastinê niha û pêş de çêke ku piştgiriya Îsraîlê bike.

Li gorî malpera Axios a nûçeyan, berpirsên DYA û Îsraîlê gotibû ew texmîn dikin ku Îran êrişî Îsraîlê bike û di heman demê de got fermandarê CENTCOMˊê Michael Corella ji bo ku rageşiyê kêm bike gihaşt herêmê.

ˊJI 7ˊÊ COTMEHÊ VE RAGEŞÎ BERDEWAM Eˊ

Têkildarî mijarê lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbî ji ajansa me re axivî. Wehbî got: "Aloziyê piştî 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan dest pê kir. Doktrîna yekitiya qadan xebata pêkanîna wê kir, lê her yek bi tenê hat kirin. Hizbullah eniya rêgezên tevlêbûnê bi aliyên filistînî û heta yên iraqî re vekir. Ew ji bo şerkirinê li Lubnanê dihatin perwerdekirin. Dûre eniyek li Sûriyeyê, bi taybet li Colanê vekir. Piştre hêzên Hûsiyan biryar da ku derbasî şanoya leşkerî bibin. Ev hemû jî ji bo derxistina Îranê ji vî şerî ye."

Wehbî wiha domand: "Îsraîlê xwe bi vê rewşê re adapte kir. Lê xema wê ya yekemîn çewisandina berxwedana li Xezayê bû û heta niha nekarî vê bike."

ˊISRARA ÎRANÊ YA BERSIVDANÊ Û ÇAV LI HERÊMA BAŞÛRÊ BEYRÛTÊ YEˊ

Wehbî der barê mijarê de wiha pê de çû: "Îsraîl li ser tevahî eniyan dixebite û ya herî girîng jî erkên şer û suîqastkirina kesayetên e. Ev kiryar rageşiyê bilind dikin. Ev yek dema balyozxaneya Îranê ya li Şamê hate bombebarankirin, Îranê bi sedan moşek û balafirên bêmirov berdan û êriş kir. Lê ji bilî ku ew dikare eniyeke dûr dibe ku piştgiriyê veke, tiştek pêk neanî. Lê dema Îsmaîl Heniye li ser xaka Îranê hat kuştin, li gorî min xiyanet lê hate kirin."

Wehbî anî ziman ku biryara bersivdanê giştî bû, tevahî koman biryar da ku bersivdan tê. Sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah got kuştina Fûad Şukir xetên sor derbas kirin.

Wehbî got dê ev rageşî eniyeke rasteqîn mîna a di Tîrmehê de ji aliyê leşkerî ve veke, lê hêmanên demê jî li gorî daneyên siyasî, leşkerî û aborî hene. Îsraîlê mîna 2006ˊan 33 rojan tehemûl nake.

ˊHEFTEYA ŞERÊ GURˊ

Wehbî anî ziman ku encama wê dê “hefteyeke şerê gur” û zehmet û mirovî çêbe û dê bi xwe re ji nû ve kuştî, birîndar û penaberiyê bîne. Wehbî got: "Piştî hefteyeke em ê derbasî navbeynkariyên navneteweyî bibin û em ê bibînin ku kî dê rola pêkanîna sekinandina şerê sar bike û helwestên navneteweyî yên nêz û dûr nîşan bide."

Wehbî diyar kir ku di Rojhilata Navîn a nû de cihê tundrawiyê tune ye, ji lew re dê merheleya tesfiyekirinê li her dewletekê û Îsraîlê jî çêbe. Ev yek zehmet e, ji ber ku hikumeta Îsraîlê di dîroka xwe de ya herî tundraw e. Lê rêveçûnên normalîzekirin û aştiyê yên ku Amerîka û Îsraîlê lê digerin di nava windabûnê de ne, ji ber ku çareyeke rasteqîn ji dewleta Filistînê re tune ye.

ˊALOZÎ DIDOMEˊ

Der barê bandorên şer de Wehbî got ev rageşî ne ya dawî ye, lê dê kesên li Rojhilata Navîn şer dikin, biwestîne. Dê hemû dewletên beşdarî aloziyê dibin, di nav de jî Îsraîlê gav bi paş de bikişînin. Lê Amerîka tenê dikare vî şerî bisekinîne, lê niha bi hilbijartinan re mijûl e. Siyonîst jî bi hemû hêza xwe parastina dewleta siyonîst û hebûna xwe dike. Lê ger kesayetên nêzî Îsraîlê  hatin suîqastkirin dê rewş were guhartin. Hin metirsiyên rojavayiyan hene ku tevgerên gurên tekane yên ku dê civakên rojavayî di pêşerojê de bixin rewşa metirsiyê, derkevin.

Wehbî wiha dawî li gotina xwe anî: "Hevsengiyên navneteweyî dimînin, ji ber ku Amerîka eniya parastina Îsraîlê bi rê ve dibe. Lê mixabin li aliyê din jî siyasetek, ji bilî dengê dahola şer, tune ye."

(fr)

ANHA