Şandeya şengalê bi YPJ’ê re  hevdîtîn pêk anî

Şengalê ya ku ev çend roje li herêmê rêzecivîn û hevdîtinan pêk tîne îro serdana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir. Di hevdîtinê de herdû jinên Êzîdî Tawaf û Ezîze ku ji aliyê YPJ hatinbûn rizgarkirin kirin jî amade bûn.

Şandeya şengalê bi YPJ’ê re  hevdîtîn pêk anî
6 tebax 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdanên şandeya Şengalê li herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didime. Endamê meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê û endamê desteya Eşîran Seîd Milhim Hemo bi taybet ji bo xilas kirina jinên Êzîdî spasiya YPJ kir û anî ziman ku ew minetdarê keda şervanên YPJ-YPG’ê ne.

Berdevka YPJ Ruksen Mihemed anî ziman ku wê têkoşîna wan ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî berdewam bike û ji bo karibin pêşî li fermanên nû bigrin, divê statûya Şengalê ya xweser were nas kirin.

Endamê desteya eşîran a Şengalê Dexîl Mûrad Aşûr jî minetdariya xwe anî ziman û wiha got: “Îro çiqas zehmete heger keçeke Êzîdî piştî 10 salan tê xilas kirin û dibêje ez zimanê xwe nizanim. Ji bo wê jî heger beriya 100 salî ev fikrê Rêber Apo heba, me yê zaniba çawa xwe biparêzin. Lê her çendî me êş û bedelên giran dan lê em îro ji her demê bêhtir bi hêzin. Em xwedî pergala rêveberiyê û hêza parastinê ne. Bêguman ev jî bi saya Rêber APO, bi saya gerîla û şervanên YPJ-YPG pêk hat”.

Her wiha herdu jinên Êzîdî Tawaf û Ezîza jî dilşadiya xwe anîn ziman û gotin: “Emê tu carî ji bîr nekin ka çi bi serê me hat û emê tu carî ji bîr nekin ka çawa pêşmergeyên PDK em rû bi rûyê DAÎŞ re hiştin û reviyan.”