Îbrahîm Şêxo: Efrînê dikin çolistan

Îbrahîm Şêxo got ji ber şewitandin û birîna dar û daristanan xwezaya Efrînê dibe çolistan û diyar kir ku divê li ber qirkirina xwezayê bê girtin û hesab ji sûcdaran bê pirsîn.

Îbrahîm Şêxo: Efrînê dikin çolistan
Îbrahîm Şêxo: Efrînê dikin çolistan
7 tebax 2024   06:05
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Li Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ye; sûc, qirkirina xwezayê û talankirina mal û milkan bê navber dewam dikin.

Li gorî daneyên ku saziyên xwecih weşandine, di salên 2018 û 2019'an de zêdetirî 360 hezar û 270 dar ji aliyê çete û artêşa Tirk a dagirker ve hatin şewitandin û birîn. Di sala 2020’an de jî 72 hezar dar birîne. Ji bo rêyekê di navbera bajarê Cindirêsê û bajarê Edene yê Tirkiyeyê de çêkin jî bi sedan ji kokê de rakirin. Her wiha li gorî raporan, di sala 2021’an de jî 23 hezar dar birîne yan jî şewitandine. Ji bo avakirina mêtingehan jî devererên berfireh şewitandin. Di sala 2022'yan de jî zêdetirî 36 hezar darên fêkî birîne û zêdetirî 10 hektar erazî jî şewitandin. Di 2023'yan de jî zêdetirî 16 hezar dar hatin şewitandin û hezar dar hatine rakirin, zêdetirî 70 hektar zeviyên çandiniyê jî hatin şewitandin. Ji destpêka îsal ve jî zêdetirî 2 hezar û 500 dar birîne.

Vê dawiyê jî çeteyên "Ceyş El Wetenî" û kesên ku ji aliyên wan ve li herêm hatine bicihkirin, li gundên Meydana û Sêmalka yên bajarê Racoyê darên berû, zeytûn û gêlasan ên li 372 hektaran şewitandin. Li gundê Avraza yê bajarê Mabatayê jî 160 hektar hat şewitandin. Li gundê Hesen ê Racoyê ye 40 hektar hat şewitandin. Hejmara darên ji Meydana heta gundê Sêmalkayê hatine şewitandin, nêzî 2 hezar e û derdora 3 hezar û 800 darên zeytûnan hatin şewitandin.

Têkildarî mijarê, endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî.

Îbrahim Şêxo got: "Tê gotin ku sedema şewata li Efrînê bilindbûna pileya germahiyê ye, lê agahiyên ku çavkaniyan ji hundirê Efrînê dane, diyar dikin şewat bi destê çeteyên dewleta Tirk hatine derxistin.”

Şêxo axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Hemzat û Sultan Silêman Şah ên li gundên Meydana, gundê Hisê, Komreşê, Gemrokê û Mabeta de, 7 navendên çêkirina komirê hene. Komir vediguhêzin Tirkiyeyê û kiloya wê bi 8-9 dolaran difiroşin.”

Şêxo diyar kir ku zêviyên ku hatine şewitandin di navbera deştên gundê Edama, Meydan Ekbez de ne û got: "Ji bilî daran 230 hektar erazî hatiye şewitandin. Li çiyayê Hawar di navbera bajarokên Bilbilê û Raco de jî 250 hektar hate şewitandin."

Şêxo wiha domand: "Li gundê Koselnî zêdetirî 2 hezar darên zeytûn û fistiqan û li gundê Dîkê jî hezar dar şewitandine."

Şêxo diyar kir ku tevahî rêxistinên ku banga parastina mafên mirovan û xwezayê dikin li hemberî şewitandina xwezaya Efrînê bê deng in û got: “Efrîn li pêş çavê tevahî cîhanê dişewite.”

Îbrahîm Şêxo bi bîr xist ku ji sala dagirkirina Efrînê ve zêdetirî nîv milyon darên zeytûnê û 21 milyon darên din hatine birîn û 39 hezar hektar erd hatiye şewitandin û got: “Efrîn dibe çolistan. Şênî bi derfetên xwe yên kêm şewatan vedimirînin. Sûcên dewleta Tirk ji 7 salan ve nehatiye rewastandin û hemû cîhan li hemberî van kiryaran bê deng e. Divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn."

ANHA