Li şûna Heniye, Derwêş hat erkdarkirin

Tevgera Hemasê ragihand ku li şûna Heniye, Mihemed Îsmaîl Derwêş serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê ye.

Li şûna Heniye, Derwêş hat erkdarkirin
6 tebax 2024   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê aşkera kir ku li şûna Îsmaîl Heniye, Mihemed Îsmaîl Derwêş ji bo serokê nivîsgeha siyasî ya tevgerê hilbijartiye.

Tevgera Hemasê şemiyê ragihandibû ku dest bi tedbîrên şêwir ên fireh li saziyên xwe yên rêvebiriyê kirine ku serokekî nû ji bo nivîsgeha siyasî hilbijêre.

Li gorî pergala bingehîn a tevgerê, endamên Meclisa Şêwirê ya Navendî ku ji 50 endaman pê tê, ji nav jî endamên Nivîsgeha Siyasî ya Navendî ya tevgerê serok hilbijêrin.

(fr)