Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 

Koçberên Efrînê yên di salvegera 6’an a dagirkerina warê xwe de, destnîşan kirin ku bawerî û biryardariya wan a ji bo rizgarkirinê û vegerê her zindî ye.

Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
Di sala 6’an a dagirkirinê de hestên koçberên Efrînê 
20 ÇILE, 2024   07:27
ŞEHBA
MIHEMED EBDO

Koçberên Efrînê ku piştî bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkir li kampên Berxwedan, Veger, Efrîn, Şehba û Serdemê û li 42 gund-bajarokên Şehbayê bicîh bûne, baweriya xwe ya rizgarkirina warê xwe diparêzin. 

Di salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê de koçberên li Kampa Serdemê, bi têkoşîn û nirxandinên xwe vê baweriyê û israra xwe nîşan didin.

Nivîsa “Tola me biryara me ye" ku koçberekê li ser çadıra xwe nivîsandine, di nava kampê de wekî biryardariya tevahiya koçberan tê dîtin.

‘EZ JI NEVIYÊN XWE RE DIBÊJIM KU JIBÎR NEKIN’

Welatiyê bi navê Elî Ehmed (60) diyar kir ku ew êrîşên li ser gundê xwe Celemê û Efrînê, her wiha berxwedana 58 rojan ji bo neviyên xwe vedibêje da ku her tim di bîra wan de be.

Elî Ehmed destnîşan kir yên ku dê Efrînê rizgar bikin zarokên wan e û got: “Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ku ji koçberên Efrînê pêk tê, hêza çalak a li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Bi saya wan dagirker û çeteyên wan jî wê negihîjin hedefa xwe.

Elî Ehmed bi gotina; "Girêdana me ya ruhî bi Efrînê ve hemû komployan têk dibe” biryardariya xwe anî ziman û got: “Em ê hem êrîşên artêşa Tirk a dagirker, hem jî dorpêça hikumeta Şamê pûç bikin.” 

‘HRE HÊZA BERXWEDANÊ Û ÎRADEYA KOÇBERAN TEMSÎL DIKE’

Elfet Elî Berko jî destnîşan kir ku berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker veguheriye hêzeke ku Efrînê rizgar bike û hestên xwe wiha anîn ziman: “Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê, hemwextî êrişên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê pêk tê. Ev jî bi armanca lawazkirina berxwedanê û valakirin û guhertina demografiya herêmê ye. Çadir me ji sermaya zivistanê û germahiya havînê naparêzin, lê hêviya vegera li Efrînê û bidawîkirina dagirkeriyê heye; em ê ji bo wê berxwedana xwe bidomînin."

(mh/a)