Li Minbicê çeteyek hat kuştin û 3 jî hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser cihên çeteyan li Minbicê de girt, di encamê de çeteyekî DAIŞˊê hate kuştin û 3 çeteyên din jî hatin girtin.

Li Minbicê çeteyek hat kuştin û 3 jî hatin girtin
19 ÇILE, 2024   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziya ewlehiya giştî agahiyên belgekirî der barê 4 kesên di nava şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞˊê de ne şopandin, ew çete li Minbic û gundewarên wê çalak in û gelek êrişên terorane li bajêr pêk anîne. 

Li gorî navendê, hêzên ewlehî û hêzên operasyonan berbanga vê sibehê bi ser cihên wan de girtin û di serdegirtinê de çeteyekî êriş kir û di encamê de hate kuştin, her wiha 3 çeteyên din jî hatin girtin û tiştên li gel wan hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku lêpirsînên destpêkê bi wan çeteyan re tên kirin. Li gorî wan lêpirsînan hate diyarkirin ku wan li bajêr û gundewarên wê gelek êriş pêk anîne û dê piştî lêpirsîn bi dawî dibin wan êrişan aşkera bikin.

(fr)