Hevgirtina gelan hevalbendiya zordestan li girtîgeha Sîna û Dêrazorê têk bir

Êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ya sala 2022`yan û êrişa şaneyên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê li dû wê bi salekê, komployên herî mezin ên li dijî Rêveberiya Xweser bûn.

20 ÇILE, 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

20`ê Çileya 2022`yan saet di 19:00’an de şaneyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa kir. Êriş bi teqandina erebeyeke bombebarkirî ku ber bi deriyê sereke yê girtîgehê ve diçû û ji aliyê benda li pêşiya deriyê hate astengkirin, dest pê kir. Dûre derdora 150 çeteyan ji 3 aliyan ve êriş kir. Aliyê yekemîn ji derdora girtîgehê û hundir wê ve bû. Ya duyemîn ji taxa Xiwêran Şerqî û ya sêyemîn ji taxa Zihûr bû.

 Di kêliyên yekemîn ên êrişê de, şaneyên DAIŞ`ê sahrîceke mazotê li nêzî girtîgehê teqand, ji bo ku dûman çêbe.

 Teqandina 2 motorsîklêtan li deriyê sereke, di hundirê girtîgehê de tevlihevî û isyan çêkir. Bi hezaran çeteyan deriyên hucreyên xwe jêkirin û kilît şikandin. Ketin nava bajarê Hesekê û gihaştin ta taxên Xiwêran û Zihûr. Şaneyên DAIŞ`ê bi ser malên sivîlan de girt, serê gelekan jê kirin û sivîl ji xwe re kirin mertal.

 Şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava "Gurzê Gelan" de bi lez û bez cihên şer û pevçûnan dorpêç kirin. Beşên civakê tev de piştgiriya QSD`ê kir û eniyên paş parastin.

 Di roja sêyemîn a şer û pevçûnan de, çeteyên DAIŞ`ê şiyanên xwe yên şer ji dest dan. Teslîmkarî dest pê kir. Derdora hezar çeteyî bi hev re teslîm bûn. Di roja çaran û pêncan a şer de, şaneyên DAIŞ`ê ji hev ketin û beş bi beş teslîm bûn.

Dîroka ragihandina QSD`ê tunekirina DAIŞ`ê û ji nû ve kontrolkirina girtîgeha Sînaayê di 26`ê Çileya 2022`yan de, hema dîroka rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê bû. Piştî 7 rojan, êrişker teslîm bûn û di hewşa girtîgehê de bi rêz bûn.

PLANA DEWLETA TIRK Û FITNEYA ŞAMÊ

 QSD`ê piştî lêpirsînên bi serçeteyên DAIŞ`ê yên êriş kirine, sira planê aşkera kir.

 Di civîneke çapemeniyê de QSD`ê ragihand ku 374 çeteyên DAIŞ`ê yên ku tev li êrişa li ser girtîgehê bûne, hatine kuştin û 223 girtiyên DAIŞ`ê winda ne, texmîn heye ku di nava kuştiyan de bin heta ku ji nasnameyên wan tê piştrastkirin.

 Di pêngava "Gurzê Gelan" de 114 kes şehîd bûn. Di nav wan de 4 sivîl, 40 şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. her wiha çeteyan 77 nobetdar û karkerên di hundirê girtîgehê de bi awayekî hovane hatin înfaskirin û şehîd bûn.

 QSD`ê ragihandi bû ku beşeke êrişkeran ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî beşek jî ji Iraqê hatine. Plan li derveyî Sûriyeyê dihat birêvebirin. Ev jî diyar dike ku destê Tirkiye di plankirina êrişê de heye.

 Hemwextî êrişa li ser girtîgehê, dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êriş eniyên paş ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û seranserî sînorên herêmê topbaran kirin.

 Di wê demê de, QSD`ê şerê çeteyan dikir, hikumeta Şamê jî bi rêya dezgehên çapemeniyê xwest raya giştî bixapîne ku deszgehên girêdayî wê gelek nûçe belav kirin ku QSD`ê hewl dide taxa Xiwêran û Hesekê ji pêkhateya ereb vala bike û kurdan li şûna wan bi cih bike. Wê xwest fitneyê di navbera kurdan û ereban de ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de di nava aştiyê de ne derxe.

 ÊRIŞA LI SER DÊRAZORÊ

 Li ser daxwaza rûspiyên êlên Dêrazorê, QSD`ê di 27`ê Tebaxa 2023`yan de, Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" ragihand. Hikumeta Şamê û dewleta Tirk bilez xwestin sûdê ji vê operasyonê bigirin û rêya wê biguherin.

 Hikumeta Şamê ji bo ku bigihêje armanca xwe, çete bi çek kirin û ji berava rojava şandin berava rojhilat a çemê Firatê û di bin navê "Feza Êlan" de dest bi hedefgirtina QSD`ê kir.

 Çeteyên hikumeta Şamê ji herêmên Sibêxan, Diwêr û Meyadîn hewl dan bikevin herêmên Ebû Herdûb, Zîban û Ebû Hemam.

 Li aliyê din, dewleta Tirk a dagikrer êriş eniyên paş ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Çeteyên xwe di bin navê "Feza Êlan" de kom kir ji bo ku QSD`ê ji operasyona li Dêrazorê ragihandiye dûr bixe.

 Êlên ereb ên ji Dêrazorê, Tebqa, Reqa, Minbic, Hesekê û Qamişloyê piştgiriyeke mezin dan QSD`ê. Di encamê de hevalbendiya gelan careke din li ser hevalbendiya pergalên zordest bi ser ket.

 (şx)