Zêdetirî 40 dîlgirtiyên Filistînê hatin berdan
Artêşa Îsraîlê zêdetirî 40 girtiyên filistînî yên cezayê wan bi dawî bûye, serbest berdan.
Ajansa nûçeyan a Filistînê (Wafa) duh ragihand ku artêşa Îsraîlê zêdetirî 40 girtiyên filistînî yên cezayê wan bi dawî bûye, serbest berdan.
Komeleya Nadî Esîr El Filistînî (PPSMO) diyar kir ku bi taybetî ji girtiyên li girtîgeha Neqebê, ji hin girtiyên ku hatin berdan nexweşiyên çerm bi wan re derketine. Komeleyê da zanîn ku girtîgeha navborî ji wan girtîgehan e ku tê de herî zêde îşkence li dîlgirtiyan hatiye kirin. Her wiha destnîşan kir ku saziyên têkildar û bi dehan şahidan ev binpêkirin piştrast kirine.
Di wêneyên destpêkê yên dîlgirtiyan de şopên îşkenceyê diyar dibin. Hate gotin, hejmarek dîlgirtiyên hatine berdan, birine nexweşxaneyan.
(bb)