NY’yê cezayên li ser El Şeri û wezîrekî wî rakirin

Konseya Ewlehiyê ya NY’yê pêşnûmeya rakirina cezayan li ser serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û wezîrê wî yê karên hundir pejirand.

NY’yê cezayên li ser El Şeri û wezîrekî wî rakirin
7 mijdar, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya rakirina cezayên li ser serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û wezîrê karên hundir ê hikumeta veguhêz Enes Xetab xist dengdanê. 14 endaman dengên "erê" dan û Çînê red kir.

Balyozê DYA’yê yê li NY’yê Mike Waltz, pêşwaziya biryarnameyê kir û got: "Bi pejirandina vê biryarê, konseyê peyameke siyasî ya bihêz daye ku Sûriye ketiye serdemeke nû.”

Balyozê Çînê jî ku dengê "na" da, fikarên xwe anîn ziman û got: "Çekdarên terorîst ên biyanî ku li Sûriyeyê hene, dikarin sûdê ji rewşa ewlehiyê ya nazik wergirin." Her wiha got konseyê rewş bi tevahî nenirxandiye.

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şeybanî der barê mijarê de daxuyaniyek li ser X’ê parve kir û spasiya DYA’yê û welatên ku piştiriyê didin Sûriyeyê kir. El Şeybanî anî ziman ku "Dîplomasiya Sûriyeyê hebûna xwe ya çalak û şiyana xwe ya ji bo pêşkeftineke domdar di rakirina astengiyan û vekirina rê li ber pêşerojeke Sûriyeyê ya aramtir de îsbat dike."

Biryar e 10’ê Mijdarê serokê DYA’ê pêşwaziya serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bike û dan û standinan bikin.

Di Tîrmehê de DYA’yê navê koma Heyet Tehrîr El Şam a bi serokatiya Ehmed El Şeri ji lîsteya komên terorîst derxistibû.

(bb)