Artêşa Îsraîlê operasyona xwe ya bejayî ya li Xezeyê berfireh kir

Îro danê sibê artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyona xwe ya bejayî li taxa Şucaiya li rojhilatê bajarê Xezayê berfereh kieiye.

Artêşa Îsraîlê operasyona xwe ya bejayî ya li Xezeyê berfireh kir
4 nîsan, 2025   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro danê sibê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê operasiyonên xwe yên bejayî li taxa Şucaiye li rojhilatê Xezayê berferh kir û eşkere kir ku hêzên wan di saetên borî de dest bi xurtkirina kontrolê û berfirehkirina herêma berevaniyê kiriye.

Artêşê di daxuyaniyekê de got ku wan "hejmarek kuştine û hinek binesazî wêran kieiye, di nav de baregeheke kontrolê ku endamên Hemasê ji bo plankirin û birêvebirina çalakiyên serbazî bikar tanî ye. "

Daxuyaniyê destnîşan kir ku "Ji bo ewlehya niştecihan, artêşê rê da wan ku bi rêyên diyarkirî ji deverê derbikevin ", û tekez kir ku "Ji bo parastina welatiyên Israîlê, ew operasyonên xwe li dijî komên çekdar li Xezayê berdewam dikin. "

(k)