Îsraîl derbasî deverên nû yên Quneytirayê bû

Dewriyeke artêşa Îsraîlê heta bi sedan metreyan derbasî gundewarê Quneytirayê bû û dîsa vekişiya. Di vê heyamê de gelek caran artêşa Îsraîlê derbasî Quneytira û Derayê bûye.

Îsraîl derbasî deverên nû yên Quneytirayê bû
4 gulan, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewriyeke artêşa Îsraîlê heta bi sedan metreyan derbasî herêma Resim El Helebî ya gundewarê Quneytirayê bû û bê ku tu pevçûn çêbibin û rêbendên kontrolê werin danîn, dewriye vekişiya.

Girêdayî wê, ev demek e artêşa Îsraîlê gelek caran derbasî başûrê Sûriyeyê dibe û balafirên wê li esîmanê Quneytira û Derayê digerin.

Artêşa Îsraîlê derbasî devera Tilûl El Humir ên di navbera bajarokên Bêt Cin û Heder de bû, lê tu agahî der barê pevçûnan de nehatin bidestxistin.

(mh/fr)