Di qezaya li ser rêya Amûdê-Qamişloyê de 2 kes mirin

Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Amûdê- Qamişloyê de ji malbatekê zarokek û jinek ciwan mirin û 4 kes birîndar bûn.

Di qezaya li ser rêya Amûdê-Qamişloyê de 2 kes mirin
7 sibat, 2026   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li ser rêya Amûdê-Qamişloyê tankereke petrolê li erebeyekê qelibî.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Amûdê ragihandine, di qezayê de ku li nêzî gundê Um Rebî çêbûye ji malbatekê zarokekî 5 salî û jinek ciwan 19 salî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûne.

Nûçegihana me da zanîn ku mirî û birîndar ji bo nexweşxaneyek bajarê Qamişloyê hatin veguhestin û rewşa birîndaran aram e.

(bb)

ANHA