‘Divê mafên me di destûrê de mîsogerkirî bin’

Xelkê herêma Aliyan diyar kir ku heyanî mafên gelê Rojava di destûra bingehîn de mîsogerkirî nebin, wê jiyana wan di xetereyê de be.

‘Divê mafên me di destûrê de mîsogerkirî bin’
8 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Xelkê herêmê anî ziman ku lihevkirin çêbû lê belê heyanî mafên gelê Kurd di destûrê de misoger nebin, wê xetere li ser herêmê berdewam bike.

Fadiya Ehmed diyar kir ew şer naxwazin û got: "Ji bo şer li herêmê bisekine pêwîstî bi lihevkirine hebû, lê belê piştî ew komkujî û kirayarên di van êrişan de çêbûn hîna metirsî hene ku tiştên qewimîn, dîsa dubare bibin."

Fadiya Ehmed anî ziman ku heyanî mafên wan ên qanûnî misoger bibin dê parastina xwe bikin.

Ebdî Mûrad jî da zanîn ku bi lihevkirine re xwîn sekinî lê bele hîna fikarên wan hene ku careke dîtir komkujî li ser gelê Kurd bêne kirin.

Ebdî Mûrad bi domdarî got: "Xetereya li ser herêmên me berdewam dike. Em ji ber kiryarên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li hemû bajarên di destê wan de ne, bawerî nadin Hikûmetê."

Mûrad bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe xurt bike û wiha dawî li axaftina xwe anî " Heyanî mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de garantî bibin, em dê xebatên xwe yên siyasî û dîplomasî hîn zêdetir pêşbixînin."

Cemal Şakir anî ziman ku gelê Kurd ê Rojava bi rêveberiya xwe û helwesta Rêveberiya Xweser bawer e û diyar kir ku heya aramî li herêmê çêbe û di destûra Sûriyeyê de mafên gelê Kurd bidin, ew ê li gel hêzên ewlehî û leşkerî parastina herêmên xwe bikin. Her wiha ew bang li hemû gelê Kurd ên li tevahiya Kurdistanê û cîhanê dikin ku Rojava biparêzin.

ANHA