Di pêşangeha pirtûkan de berhemên Sed salî

Di 8’emîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de nêzî 100 pirtûkên ku 100-150 sal beriya niha hatine çapkirin, tên pêşandan.

Di pêşangeha pirtûkan de berhemên Sed salî
Di pêşangeha pirtûkan de berhemên Sed salî
Di pêşangeha pirtûkan de berhemên Sed salî
Di pêşangeha pirtûkan de berhemên Sed salî
Di pêşangeha pirtûkan de berhemên Sed salî
20 cotmeh, 2024   13:08
QAMIŞLO

Di pêşangeha ku 15’Cotmehê de hat vekirin de, pirtûkên kevin jî balê dikşînin. Di nava 143 hezar pirtûkan de, derdora 100 pirtûkên kevin ên mijarên wan cuda hene.

 Pirtûkxaneya bi navê Manîsa ku di sala 2016’an li Dêrikê hatiye vekirin, pirtûk û kovarên kevin ên bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî û Soranî) Erebî, Îngilîzî û Firansî, Ermenî û Suryanî ku li ser dîrok, ol, wêje, felsefe û hwd. hatine nivîsandin, di standa xwe de bicîh kirin e.

Pirtûka herî kevin a bi navê “Şîroveya Dîwana Mearî” ku di sala 1859’an de ji aliyê nivîskarê helbestvan û fîlozofek mezin Ebû l-‘Ela el-Me’errî yê ereb hatine nivîsandin .

Kovar û Pirtûkên Kurdî yên Kevnar

Di standê de pirtûkên kevin ên Kurdî yên ji aliyê nivîskar Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Wezîrê Eyşo, Kurdistan Mikûryanî, Celadet Bedîrxan, Qedrî Cemîl Paşa û Hisên Hiznî Murkanî ve hatine nivîsandin, tên pêşandan.

Hin pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên Fransî û Îngilizî ve li ser dîroka Kurdan hatine nivîsandin jî cîh digrin.

Xwediyê pirtûkxaneya Manîsa Azad Şêrzad Dawud têkildarî mijarê ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Dawud da zanîn ku pirtûkên kevin ji Şam, Heleb, Îran, Hewlêr û Bexdayê kom kirine û dixwazin bi pêşandana van pirtûkan re civakê zêdetir li ser rewşa herêmê agahdar bikin.

(a)

ANHA