Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên polîsên dewleta Tirk a dagirker de, gelek kes hatin destgîrkirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin girtin
15 sibat, 2024   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî didomînin. 

Di operasyonên qirkirina siyasî yên vê sibehê de dayikên aştiyê û endamên Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) jî di nav de, gelek kes hatin destgîrkirin. Li Rihayê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mehmet Aslan û endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Îzzek Karadag hatin destgîrkirin.

MÊRDÎN

Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de dayika aştiyê Perîhan Altûg a 72 salî jî di nav de, gelek kes hatin destgîrkirin. Li navçeya Stewrê jî rêveberê DEM Partiyê Mubarek Guneş destgîr kirin.

DÊRSIM

Li Dêrsimê jî serê sibehê polîsan bi ser malan de girt û Besîme Gok, Leyla Arslan, Nacî Genç, Yûsûf Olmez Û Nacî Yalmaç destgîr kirin. Hate zanîn ku Sevîm Saglam û lawê wê Ozer Laçîn jî hatine destgîrkirin.