Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serlêdaneke dinık nû kirin.

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15 sibat, 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan bi temamî hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn, di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê heye.

Li gorî rapora dawî ya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandî;

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de tenê 5 hevdîtinên bi parêzeran re pêk hatin; hevdîtin here dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.

Ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 hevdîtinên bi malbatê re pêk hatin.

3’yê Adara 2010’an hevdîtina bi birayê wî re pêk hat.

Ji roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hat.