Di operasyona bejahî ya Îsraîlê de 237 kes hatine kuştin

Di 5 rojên destpêkê yên operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li ser Xezayê de 237 kes hatin kuştin, zêdetirî 760 kes birîndar bûne, zêdetirî 450 hezar kes ji Xezayê ber bi başûr ve koçber bûne.

Di operasyona bejahî ya Îsraîlê de 237 kes hatine kuştin
20 îlon, 2025   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê 16’ê Îlonê operasyoneke leşkerî ya bejahî bi navê 'Operasyona Wesayitên Gideon 2' dabû destpêkirin. Artêşê îdia kir ku armanca operasyonê têkbirina kapasîteya leşkerî û rêxistinî ya tevgera Hemasê ye.

Li gorî artêşa Îsraîlê, ji sedî 80-85 hêzên yedek di operasyonê de beşdar in û plan heye ku heta çaryeka yekem a 2026’an bi qasî 130 hezar leşkerên yedek li gorî koman tev lê bibin. Artêşê diyar kir ku di operasyonê de Firqeya Komandoyan a 98’an, Firqeya 162’an a Zirxî ji bo ewlekirina pozîsyonan, Firqeya 36’an ji bo dorpêçkirinê û qutkirina destekê jî beşdar in.

Hêzên Îsraîlê bi desteka êrişên hewayî û obîsan hêdî hêdî ber bi bajar ve bi pêş de diçe.

Artêşê di hefteyên borî de bi armanca desptêkirina ‘operasyona bejahî’ binesazî û avahiyên bilind ên li herêmên Cibalaya, Şêx Ridwan û Zeytûn rûxandin.

ARMANCÊN ‘OPERASYONÊ’

Artêşê da zanîn ku dibe operasyon heya destpêka sala bê dewam bike û diyar kir şebekeya tunelan û binesaziyan di binê erdê de ye, lewra dibe operasyon demeke dirêj bigire.

Li gorî plana ku artêşê aşkera kiriye; "hêzên artêşê yên li derdorê derbasî taxan bibin û bi awayekî berfireh belav bibin, hêzên bejahî yên mezin bi tank, panzêr û dronan derbas bibin, nuqteyên leşkerî werin avakirin, peywendî û destek were qutkirin, têketin û derketina taxan were qedexekirin, li derdora tevahiya bajar kembereke leşkerî were ferzkirin, hêdî hêdî bi ser taxan de were girtin an jî bi temamî were kontrolkirin."

Piştî ku qonaxên destpêkê û dorçêkirin temam bûn, operasyon derbasî qonaxa serdegirtinê bû. Di vê qonaxê de, hêzên Îsraîlê xwe spartiye yekîneyên biçûk û hêzên taybet ku operasyonên lêgerînê û serdegirtina avahiyên diyar pêk tîne. Her wiha yekîneyên endazyariyê bi tunelan ve mijûl in û dron jî destekê didin.

Li gorî Kanal 12 a Îsraîlê, artêşa Îsraîlê bi kêmanî hezar cih rûxandine, 150 sûîqest li dijî rayedarên Tûgeya Bajarê Xezayê, tevî fermandarên Serayêyê pêk anîne. Kanalê diyar kir ku ji 3 hezar 500 avahiyên 5 qat an jî zêdetir, derdora 100 avahî rûxandine.

KOÇBERÎ Û REWŞA MIROVÎ

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di 5 rojên operasyonê de herî kêm 237 kes hatine kuştin û 760 kesên din jî birîndar bûne.  Wezaretê diyar kir ku ji dawiya Tebaxê ve jî derdora 480 hezar kes ji bajarê Xezayê koçî başûr kiriye.

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di 5 rojên borî de 11 navendên Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ku derdora 11 hezar koçber lê dimînin, zirarên mezin dîtine.

Nivîsgehê diyar kir ku di 3 mehên dawîn de derdora 28 hezar zarokên kêmî 5 saliyê ji ber xwarina nebaş zorê dikişînin.

(bb)