Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê xalên kontrolê danîn

Hêzên leşkerî yên Îsraîlê ketin nava gundewarên Deraa û Quneytîrayê û xalên kontrolê yên demkî danîne. Li qada hewayî ya herêmê jî balafirên bêmirov ên Îsraîlê firiyan.

Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê xalên kontrolê danîn
20 îlon, 2025   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ketiye nava gundê Mierayê li herêma Hewza Yermûkê ya gundewarên rojavayê Derayê. Hêza Îsraîlê li aliyê rojhilatê gund xaleke kontrolê danî. Di heman demê de hêzeke din li nêzî gundên Koya û Abdîn hatine bicihkirin.

Li gundewarên Quneytîrayê jî, hêzeke Îsraîlê ya ji 5 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ketiye nav gundê Samdaniyê û xaleke kontrolê danî. Leşker li derdorê hatine bicihkirin û balafirên bêmirov li ezmanan firiyan.

Ji dema hilweşîna rejîma Baasê di 8`ê Kanûna 2024`an de, hêzên Îsraîlê gelek caran ketin nav axa Sûriyeyê bi taybet li herêmên sînor yên li gundewarên Deraa, Quneytîra û Şamê.

(k)