Dewreya perwerdeya xebatkarên gumrikê bi dawî bû

Rêveberiya Giştî ya Gumrikê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya 35 endamên gumrikê bi dawî kir. Dewre li ser navê Şehîd Nûreddîn Sofî li Akademiya Şehîd Halim a li Reqayê hat lidarxstin.

20 îlon, 2025   14:18
REQA

Merasîma bidawîkirina dewreyê li Akademiya Şehîd Halim a Perwerdeya Gumrikê a kantona Reqayê hate lidarxistin. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Husên Osman, nûnerên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Giştî ya Gumrikê, partiyên siyasî, Meclisa Jinên Sûriyeyê û malbata şehîd Nûreddîn Sofî tev li merasîmê bûn.

Dewreya perwerdeyê 45 rojan dom kir, endaman dersên ramyarî, siyasî, leşkerî û pîşeyî wergirtin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre rê û resmeke leşkerî ji hêla endamên dewreyê ve hate pêşkêşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêvebr a Rêveberiya Xweser Husên Osman di merasîmê de got: "Di vê dewreyê de, we zanîn û jêhatîtiyên pratîk bi dest xistine, hûn ji hêla kesên jêhatî û pispor hatine perwerdekirin. Êdî divê hûn vê zanînê bi xebat, dîsîplîn û pêkanîna qanûnan bi rihekî berpirsiyarî û zelal di paratîkê de bi kar bînin.”

Osman diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê piştgiriya hemû hewldanên pêşxistina karmendan bike.

Rêveberê giştî yê gumrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Mihemed Elî, spasiya hemû saziyên ku tev li merasîmê bûne û malbata şehîd Nûreddîn Sofî kir.

Mihemed Elî bang li gelên herêmê kir ku li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin yek û bal kişand ser banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û got ew bang mifteya çareserkirina pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navîn e.

Piştî axaftinan Rêveberiya Giştî ya Gumrikê, Ofîsa Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelat kir.

Di dawiya merasîmê de endamên dewreyê sond xwar û wêneyên şehîd Nûreddîn Sofî li wan hatin belavkirin.

(k)