Di navbera kavilên şer de hewldanên vejandina jiyanê

Gundên di navbera Til Temir û Zirganê de di şer de wêran bûbûn û bê xwedî mabûn. Malbat hewl didin malên xwe ji nû ve lê bikin.

12 gulan, 2026   05:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji bakurê Til Temir heyanî bajarokê Zirganê li ser rê gundên wêrankirî hene û ev bi salan e ku bê xwedî mane. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê bi salan ev gund topbaran dikirin.

Piştî Peymana 29`ê Çileyê êdî koçber vedigerin gundên xwe. Ji sala 2019`an ve mal û gundên wan hatine wêrankirin.

Şêniyên gundê Qibûr El Qeracna yê dikevê bakurê Til Temir tên gundê xwe, lê dinêrin ku çi qasî malên wan wêran bûne û dê çawa lê bikin. Ew difikirin eger derfet hebe tenê odeyekê lê bikin da ku vegerin gundên xwe.

Yek ji wan malbatan a Tirkî Alî El Wecrî ye. Tevî malbata xwe nû vegeriyane gundê xwe. Li derdora xaniyê xwe yê ji ax digere û zarokên wî jî çûne li mala xwe ya dîtir dinêrin. Li pey şer tenê çend kevir ji xaniyê wan ê çîmento mane.

Tirkî Alî El Wecrî li ber mala xwe sekinîbû û got: “Ev 7 sal e em ji mal û gundê xwe koçber bûne. Niha jî malên me wêran bûne û tiştek li ser hev nemaye. Em îro vegeriyan gundê xwe. Belkî destpêkê em bikarin tenê odeyekê lê bikin û piştre hêdî-hêdî mala xwe lê bikin. Gundê me hemû wêran bûye. Erdên me jî di destê dewleta Tirk de ne û mayin kirine. Em nikarin erdên xwe biçînin.”

Berî şer biqewime 2 xaniyên El Wecrî hebûn. Yek ji xaniyên wî ax bû û yê dîtir jî çîmento bû. Mala çîmento wêran bûye, ya ax jî tenê dîwar mane. Ew di wextekê de ku alavên lêkirina malan gelekî biha bûne, hewl dide tenê odeyekê lê bike û tê de dimîne.

El Wecrî anî ziman ku hemû gundên di navbera Til Temir û Zirgan de di şer de wêran bûne û sal lazim dikin heyanî ku gundên xwe lê bikin û jiyan lê vegere. Koçber êdî dixwazin vegerin warê xwe, li gundên xwe bijîn.

Tirkî Alî El Wecrî di dawiya gotinên xwe de xwest rêxistinên mafên mirovan bi wan re bibin alîkar heyanî ku malên xwe lê bikin û bikarin li gundên xwe bijîn.

(np)

ANHA