Li taxek Humsê welatiyek hat qetilkirin

Ligel berdewama tevliheviya ewlehiyê welatiyek li taxa Hemîdiyê ya bajarê Humsê hat qetilkirin.

Li taxek Humsê welatiyek hat qetilkirin
11 gulan, 2026   20:10
HUMS

Nûçegihanê me ji Humsê ragihand ku welatiyê bi navê Qeblan Silêman ê bi navê "Ebû Kecid" tê naskirin û ji Dahiya Muhacirîn e di êrişa guleyekê de jiyana xwe ji dest da. 

Di vê dema dawî de bûyerên guleberdanê û êrişên çekdarî li hejmarek taxên Humsê zêde bûne. Ew bûyer li gel şêniyan dibin cihê metirsiyan.

Şênî bang li aliyên eleqedar dikin ku ji bo dîsplînkirina ewlehî û sînordarkirina rewşa tevliheviyê ku jiyana welatiyan dixin xeteriyê tedbîrên tund bigirin.

(fr)

ANHA