Di Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de rola eşîran

Di roja 4'emîn a Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn a li bajarê Qamişlo de bal li ser rola eşîran di vê qonaxê de hat kişandin.

23 kanûn, 2025   22:57
QAMIŞLO

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya bi organîzekirina Hevgirtina Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li bajarê Qamişloyê di roja xwe ya 4'emîn de didome.

Di çalakiyên îro de paneleke diyalogê bi navê "Geşbûna diyardeyên rêxistinên eşîran: sedem, erênî û neyênî" ji aliyê nivîskar Ebdulhelîm Ehmed Lawî ve hat rêvebirin. Lawî bixêrhatina beşdaran kir û amaje bi girîngiya nîqaşkirina rola erênî û neyênî ya eşîran di civaka Kurd û herêmê giştî de kir û hin pirsên nîqaşê kirin.

Di panelê de rêveberê Meclisa Eşîran a herêma Dêrikê û endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hewas Cedêê diyar kir ku dîroka eşîran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigere berî zêdetirî 5 hezar sal. Eşrîan di rêxistinkirina civakê û parastina ziman, adet û çanda Kurdî de roleke mezin lîst.

Nûnera Partiya Hedasê (Nûjen) Heyfa Mehmûd jî axivî û diyar kir ku her kes girêdayî eşîran e û eşîr jî beşek ji qebîleyê ye û got: "A ji wê girîngtir ew e ku xwîn yek e. Eşîran jî di jiyana gelan de roleke teware lîstiye."

Heyfa diyar kir ku piştî peymana Sayks-Pîko û avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê rola eşîran bi paş ket û li şûna wê partiyên siyasî bi pêş ketin û anî ziman ku: "Li gel hin xalên neyênî wekî bikaranîna desthilatdariya eşîran, lê eşîran di çareserkirina krîz û nakokiyan de roleke mezin lîst. Lê di dema niha de saziyên qanûnî ji bo ku pêdiviyên civakê peyda bikin, hene."

Endamê eşîra Hevrêka, Şêrko Haco Axa got birêxistinkirina eşîran di vê qonaxê de pir girîng e tevî ku hin xalên neyênî yên eşîran jî hene. Haco Axa anî ziman ku "Her eşîrek xwedî qanûn û nirx e ku di pirsgirêkan de tên pêkanîn. Di çarçoveya pêşxistina doza gelê Kurd û pêkanîna berjewendiyên wî de, di sala 1932'yan de belgeya federaliyê ji aliyê 99 serokeşîran ve bi rêberiya Haco Axa hat îmzekirin."

Haco Axa girîngî da girêdana eşîran bi partî, hêzên leşkerî û siyasî re ji bo avakirina civakê.

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Di dawiyê de helbest û çîrokên bi Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Mîhrîcan heta 30'ê mehê didome.

(mh/fr)

ANHA