Di sala 2025’an de çi qewimî: Rewşa jinê li herêmên Rêveberiya Xweser û li Sûriyeyê

Tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2025’an de ji bo mîsogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de û ragihandina dengê jinên ku tundî li wan tê kirin, gelek xebat dan meşandin.

Di sala 2025’an de çi qewimî: Rewşa jinê li herêmên Rêveberiya Xweser û li Sûriyeyê
24 kanûn, 2025   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2025’an de bi dehan rêxistin û tevgerên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî rêxistinên sivîl ên li Helebê, di qadên dîplomasî, civakî, çand, huner û parastinê de xebatên berfireh û cihêreng pêk anîn.

Em ê di vê dosyayê de balê bikişînin ser xebatên girîng ên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê. Her wiha cih bidin rewşa jinan li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ Û HELEB

Tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên xwe yên pêşîn ên 2025’an bi diyarkirina bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em Sûriyeya demokratîk ava dikin” bernamaya çalakiyên xwe aşkera kir.

23’yê Adarê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurdan Misoger Dibe” li hola Baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo pêk hat. 300 delegeyên endamên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser, jinên ji Heleb û Şamê beşdarî konferansê bûn.

24`ê Adarê Platforma Çalakiyên Hevbeş bi armanca piştgiriya jinên li herêmên perava Sûriyeyê bi dirûşma “Piştevaniya jinên sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li dijî jinên li peravê ye" pêngavek ragihand.

12’ê Nîsanê ji bo nîqaşkirina maf û erkên dikevin ser milê jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Hola Losos a Helebê forumeke şêwirê li dar xist. Di forumê de partiyên siyasî (Partya Vîna Gel, Eniya Demokrastiyê ya Rizgarkirina Filistînê, Partiya Guhertin û Ronesansê, Partiya Demokratîk ya Sûrî, Partiya Yekitiya Demokratîk), Malbenda Qîrîna Welat, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), rewşenbîr, akademîsyen û endazyarên ji Helebê û Idlibê, beşdar bûn.

30`ê Tîrmehê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya jinan li Siwêdayê bi dirûşma “Bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Siwêdayê ji qirkirinê” kampanyayek organîze kir.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan di dawiya Tîrmehê de kampanyayek bi navê "Îstîsmara zayendî sûc e.. na ji tevkariya nixumandina wê re" da destpêkirin. Kampanyayê heya destpêka Cotmehê dewam kir.

2’yê Cotmehê Hevya Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê û Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê bi dirûşma "Keşifkirina zû jiyanek nû" da destpêkirin.

8’ê Cotmehê Meclisa Jinan a PYD’ê kampanyaya 6’emîn a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan da destpêkirin.

12`ê Cotmehê bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan, em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk, nenavendî ava bikin" Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya kampanyayek bi daxwaza avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk da destpêkirin. Kampanya 12`ê Mijdarê bi dawî bû.

8’ê Mijdarê Konferansa 4’emîn a Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) li Qamişloyê pêk hat.

15`ê Mijdarê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin da ku tundiyê bi dawî bikin” çalakiyek li dar xist.

16’ê Mijdarê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê (20 Mijdar) kampanyayeke piştgiriya manewî ya zarokan da destpêkirin.

PERGALA HEVSEROKATIYÊ JI HEZAR Û 700 KESÎ RE HAT ŞÎROVEKIRIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongra Star di dawiya Gulanê de bi şîrovekirina pergala hevserokatiyê kampanyayeke civîn û kongreyan da destpêkirin. Kongreya yekemîn a kampanyeyê 27’ê Tîrmehê li bajarê Reqayê hat lidarxistin. Piştre li Heleb, Qamişlo, Hesekê, Şedadê û Til Temirê kongre hatin lidarxistin. Di wan kongreyan de derdora hezar û 700 jin û mêr beşdar bûn.

SERDANA ŞANDEYÊN JINAN

Ji bo gihandina deng û daxwazên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji civakên li cîhanê re, binpêkirinên ku li dijî jinan li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin, danasîna sîstema Rêveberiya Xweser, rol û destkeftiyên jinan di qadên cuda yên di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kongra Star, Yekitiya Jinên Suryan û Kombûna Jinan a Zenûbiya pêk tê, serdanan gelek welatan kir. Şandeya jinan di nêzî mehekê de serdana Fransa, Almanya, Belçîka û Swîsreyê kir, 50 hevdîtin û civîn pêk anîn, li konferans û festîvalan amade bûn, gelek aliyên girêdayî hikumetan, partiyên siyasî, gel, rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan û komeleyan ziyaret kirin.

40 ŞANDEYÊN JINAN HATIN HERÊMÊ

Li gorî agahiyên ku me ji Kongra Star wergirtine, ji Mijdara 2024`an heta Mijdara (2025) nêzî 40 şandeyên ku ji jinên hiqûqnas, rojnamevan, rêxistinên jinan ên civaka sivîl ên navneteweyî bi armanca naskirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bi Şoreşa Jinan tê naskirin, serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA; 2 HEZAR Û 56 CIVÎN, 37 PERWERDE

Li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ji bo birêxistinkirina civakê bi jinan û gel re 2 hezar û 56 civînên çêkirin. Hezar û 417 çalakî, hemle, komxebat, şahî û çalakiyên protestokirinê li dar xistin.

Li kantonên navborî 37 perwerdeyên rêxistinî, xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, fêrkirina xwendin û nivîsandinê, dirûtin û kuaforiyê hatine çêkirin, 678 jin tev li wan perwerdeyan bûne.

HEZAR Û 630 JIN Û MÊR TEV LI PERWERDEYÊN KONGRA STAR BÛN

Kongra Star jî li kêleka bîlançoyeke dagirtî ya çalakiyan, li kantonên Cizîrê, Firatê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê perwerdeyên ji bo pêşxistina jinan û civakê, parvekirina dîrok û zanista jinan, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rêxistin kirine. Hejmara perwerdeyên vekirî û girtî gihaştine 97 dewreyên perwerdeyê, hezar û 601 endam tev lê bûn. Dewreyeke girtî ya mêran jî hate çêkirin û 29 mêr tev lê bûn.

MALÊN JINAN ÊN LI FIRAT, CIZÎR Û HELEBÊ; 4 HEZAR Û 477 SERLÊDAN

Li Malên Jinan ên li bajar û bajarokên li kantona Firatê, Cizîr û Helebê (taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) ji Kanûna 2024’an heta 1`ê Mijdara 2025`an ji bo 4 hezar û 477 dozan serlêdan hatin kirin, ji wan 2 hezar û 295 çareser bûne, ên ku hîn tên çareserkirin jî hezar û 246 in. Dozên ceza yên ku ji bo dadgehê re hatine şandin wekî dozên pirhevserî, zewicandina di temenê biçûk de û tundî 659 doz in, ên ku ji saziyên peywendîdar re hatine şandin 277 doz in, dozên revandin anku jinên rastî êrişeke elektronîk hatine û ji malên xwe derketin jî 280 doz hatine çareserkirin.

MALA JINAN A AŞTARÛT; 50 SERLÊDAN

Ji Mijdara 2024`an heta Mijdara îsal 50 serlêdan li Mala Jinan a Eştarût ku navendên wê li bajarên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo û Hesekê hene û li bajaran nû hatine vekirin, hatine kirin, ji wan 28 hatine çareserkirin, 4 tên çareserkirin, 9 sewqî Meclisa Jinan a Edaleta Civakî hatine kirin û 3 jî ji bo dadgeha dêrê hatine şandin.

MALÊN JINAN ÊN LI REQA, TEBQA Û DÊRAZORÊ; HEZAR Û 447 SERLÊDAN

Ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê hezar û 447 serlêdanên Mala Jinan hatine kirin, ji wan 657 hatine çareserkirin, 446 tên çareserkirin, ji 542 sewqî Meclisa Jinan a Edaleta Civakî hatine kirin û 5 jî radestî saziyan hatine kirin.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN; 893 GILÎ, SÛC Û DOSYA

Ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ji bo girtina holan (kasîno) û kesên ku li parsê digerin 2 hemle çêkirine, di encamê de 5 hol girtine. 71 giliyên girêdayî sûcên cuda yên li dijî jinan tên kirin, hatine. Sûcên ku hatine gel wan û çareserkirine 171 in û dosyayên girêdayî tundiyê yên ku hatine ber destê wan jî 651 dosya ne.

MECLISA JINAN A EDALETA CIVAKÎ; 5 HEZAR Û 32 DOZ

Ji Cotmeha 2024`an heta Cotmeha (2025) ji malên jinan, dozgerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên li kantona Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) 5 hezar 32 doz hatine, ji wan 2 hezar û 459 hatine çareserkirin û 2 hezar û 573 jî hîn tên çareserkirin.

XEBATÊN WEQFA JINAN

Weqfa Jinan a Azad a Sûriyeyê ji bo pêşxistina jinan û civakê di warê perwerdehî, tenduristî, dîplomasî û projeyên kooperatîf de xebat daye meşandin. Weqfeyê 5 hezar û 572 semîner (tundiya li dijî jinan, zewaca bi temenê biçûk, pirjinî, çand û exlaq, mafê jin û rexne) dane, hejmara jinên ku beşdarî semîneran bûne, 6 hezar û 938 jin in. Ji bo heman mijaran wan hezar û 603 serdanên li mal û kampan pêk anîne.

Weqfê 684 semînerên girêdayî tenduristiyê (nexweşiyên jinan, ducanî, paqijî, tedawiya bi giya, nexweşiyên zarokan, nexweşiyên derûnî û şîretên ser nexweşiyên sermayê) dane. 6 hezar û 198 jin ji van semîneran sûd wergirtine. Li Navendên Arî ya Tenduristiyê yên girêdayî weqfeyê (Qamişlo, Dirbêsiyê, Kobanê û Dêrik) 4 hezar û 18 nexweş hatine tedawîkirin û hezar û 954 nexweş serî li kilînkên gerok ku ew jî girêdayî weqfê ne dane.

Weqfê perwerdeyên dirûtin, çêkirina poran, hemşîretî, kompîyoterê, şêwekariyê, muzîkê, zimanê kurdî û îngilîzî birêxistin kirine, 566 jin tev lê bûne. Weqfê ji bo piştgiriya jinên ku karên destan dike li bajarê Qamişlo, Heleb û Kobanê pêşangeh organîze kirine û di vê salê de li bajarê Reqayê dikaneke karên destan vekir.

OPERASYONÊN EWLEHIYÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û tevkarên wê operasyoneke ewlehiyê li Kampa Roj li darxist. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî beşdarî operasyonên lêgerîna li şaneyên DAIŞ’ê bûn ku li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Her wiha YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin beşdarî operasyona ewlehiyê bûn ku li kampa Holê pêk hat.

SÛCÊN LI HERÊMÊN HIKUMETA VEGUHÊZ

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jin bi tundî, kuştin û revandinê re rû bi rû ne. Di heman demê de ji qada siyasî û aborî tên dûrxistin û paşguhkirin.

Ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha ve, 29 zarokên keçîn û jin ji ber êriş, teqîna bermahiyên şer, teqandina bê serûber a guleyan, tundiya malbatî, civakî û di bin navê tolê an jî şerê mezhebî de hatin kuştin. Ev sûc li Heleb, Şam, Hums, Hema, gundewarê Şamê, Dera, Tertûs, Quneytîra, Laziqiye, Siwêda û Dêrazorê (beşa di bin kontrola hikumeta veguhêz de) rû dan.

Her wiha di bûyerên li peravê û Siwêdayê de zarokên keçîn jî di nav de, 136 jin hatin revandin. Li gorî raporên ji Siwêdayê hatin ragihandin ji destpêka îsal ve 65 jin winda ne. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku ji Çileya îsal ve jin jî di nav de, 97 kes winda yan revandî ne.

Piştî êrişên bixwîn ên li dijî Siwêda û gundewarê wê, dîmenên ku jin û jinên ciwan çek rakirine û soza parastinê didin belav bûn. Di heman demê de çalakvanan bi banga aşkerakirina çarenûsa revandiyan û hesabpirsînê ji berpirsên binpêkirinan kampanyaya li ser medyayên dîjîtal dan destpêkirin. Bi armanca pêşxistina beşdariya jinan jinan di jiyana giştî, parastina mafên wan û diyarkirina çarenûsa revandiyan û ji bo xebata civakî, Tevgera Jinên Azad ên Paşanê hat avakirin.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Li herêmên dagirkirî, bi taybet Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê yên dagirkirî, sûc û binpêkirinên li dijî jinan dewam dikin. Ji ber li herêmên dagirkirî derfeta lêkolîneke bi tenduristî tune ye, hejmarên rast jî tam nayên zanîn. Lewma em tenê agahiyên ku gihîştine ber destê saziyên têkoşîna li dijî tundiyê parve dikin.

Li gorî daneyên ku Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin belge kirine, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 25 jin hatine qetilkirin, 37 jin hatine birîndarkirin û 23 jin jî hatine revandin.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara îsal belge kirine, li Efrînê 14 jin hatine qetilkirin, 22 birîndar bûne (ji ber tundiyê) û 30 jî hatine revandin (aqûbeta hin ji wan ne diyar e).

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di dema êrişan de (Di navbera Çile û Îlona 2025’an de) li Minbicê 19 jin hatine qetilkirin û 36 jin birîndar bûn. Li Efrînê jî ji ber êrişan 7 jin hatin qetilkirin û jinek jî neçarî xwekuştinê hat kirin û 3 jî birîndar bûn.

(b)

ANHA