Li Humsê çekdaran gule berdan ciwanekî

Li nêzî pira Xirbet El Tîn a li devera Tilkelex ê gundewarê Humsê çekdarên nenas gule berdan ciwanekî.

Li Humsê çekdaran gule berdan ciwanekî
23 kanûn, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji Humsê ragihand ku li nêzî pira Xirbet El Tîn ê devera Tilkelexê çekdarên nenas ku li motorsiklêtekê siwar bûbûn ketin pêşiya erebeyekê, ciwanê di erebeyê de kuştin.

 Nûçegihan da zanîn ku çekdaran gule rasterast berdan ciwanê bi navê Ebdurehman El Felah. Ew ciwan ji xelkê herêma Qeryetên ê Humsê ye.

Ev sûc di demekê de pêk hat ku li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tevlihevî û bûyerên kuştin li ser bingeha mezehbê demam dikin.

(ac/fr)

ANHA