Ukrayna: Me 3 balafirên Rûsyayê xistin xwarê

Hêzên Ukraynayê ragihand ku li başûrê welat 3 balafirên Rûsyayê xistine xwarê.

Ukrayna: Me 3 balafirên Rûsyayê xistin xwarê
23 kanûn, 2023   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê hêzên hewayî yên Ukraynayê Mykola Oleshchuk ragihand ku hêzên parastina hewayî li eniya başûrê welêt 3 balafirên şer ên ‘Su-34’ ên Rûsyayê xistine xwarê.

Medyaya Rûsyayê jî ragihand ku di bombebarana Su-34’an de ku ji bo avêtina moşekan li ser pirên Ukraynayê têne bikaranîn, ziyanên madî çêbûn.

(bb)