Di meşa piştgiriya YPJ’ê de: Em yekitiya xwe xurt bikin û destkeftiyên xwe biparêzin

Jinan li Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî, piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê da nîşandan. Jinan destnîşan kir ku YPJ temsîliyeta îradeya jinan e û nayê şikandin.

24 sibat, 2026   13:10
QAMIŞLO

Di çarçoveya kampanya ku ji bo misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de û bernameya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ku di 18`ê Sibatê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava ve hate aşkerakirin, bi pêşengiya Kongra Star ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û destkeftiyên şoreşa jinan ên li Rojava, li Qamişloyê meşek hate birêxistinkirin. 

Meş bi dirûşma “Jin şoreşa rojava diparêzin” bi beşdarbûna jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê hate lidarxistin.

Şervanên YPJ`ê, endamên saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê kir û li ber Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo bi dawî bû.

Di meşê de jinan alên YPJ`ê, pankartên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Jin dil û rihê şoreşê ne”, “Jin bingeha şoreşa Rojava ne”, “Jin rihê Rojava ye”, “Tevlêbûna jinan li ser asta navneteweyî parastina me ye” û “Şoreşa Rojava hêzê ji jinan digire” rakirin û sloganên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPJ`ê” berz kirin.

Piştî ku meş veguherî mîtîngê û deqeyekê rêzgirtin pêk hat, li ser navê Kongra Star Emîne Umer axivî û diyar kir ku ew ji bo piştgiriya YPJ’ê daketine qadê, YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, ew şoreşa fikir, wijdan û azadiyê ye. YPJ wek hêzeke jinan xwe îsbat kir û qebûl nake ku jin ji destûrê bên dûrxistin û wiha got: “YPJ temsîliyeta hemû jinan dike û îradeya jinên Kurd e ku tu carî nayê şikandin.”

Emîne Umer da zanîn ku YPJ`ê ne tenê civak û bajar ji hêzên tarî parastin, ew ji bo beşdarbûna jinan di qadên cuda de jî têkoşînê dike û got: “Ewlehiya rast, bi tevlêbûna jinan a di qadên cuda de pêkan dibe.”

Emîne Umer destnîşan kir ku armanca dijminên wan ew bû ku gelê Kurd tune bikin û heman êriş li ser jinên Kurd jî kirin. Li dijî jinan sûc pêk anîn û keziyên wan jê kirin û got: “Hîna xetere hene, niha ji me jinan tê xwestin ku em yekitiya xwe xurt bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

(sb)

ANHA