Di medyayê de şerê Îran û DYA-Îsraîlê û pirsên li ser siberoje Rojhilata Navîn

Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê fikarên welatên Kendavê zêde dike û pirsên gelo "Stratejiya DYA'yê dê pergala navneteweyî ji nû ve saz bike yan rewşa nearam zêdetir bike? " derdikevin pêş.

Di medyayê de şerê Îran û DYA-Îsraîlê û pirsên li ser siberoje Rojhilata Navîn
12 adar, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bandorê şerê Îsraîl-DYA û Îranê, analîzên der barê siberoja hevsengiyên hêzan li Rojhilata Navîn û bandorên şer li ser welatên Kendavê rojevên sereke yên vê sibehê yên medyayê ne.

‘ROJHILATA NAVÎN A NÛ’

Rojnameya Şerq El Ewsat analîzek li ser rêya Îran û Îsraîlê, bandorên wê yên muhtemel li ser siberoja herêmê weşand. Di analîzê de hatiye gotin: "Rûdanên heyî ji xwezaya siyaseta Îranê ya deh salên borî nayên veqetandin, Îran li şûna giraniyê bide pêşxistinên navxweyî, girîngiyê dide berfirehkirina bandora xwe ya herêmê û hinardekirina şoreşê.”

Li gorî analîzê, dibe ku şerê heyî bibe destpêka qonaxeke nû ji bo ji nû ve diyarkirina hawirdora stratejîk a herêmê. Rojnameyê wekî nimuneyek li ser vê mijarê cih da analîzên lêkolînerê amerîkî Kenneth Pollack ku nîşan dide "DYA li şûna nakokiyên mîhwerên kevneşopî meyla avakirina pergaleke herêmî ya li ser bingeha hevkariyên aborî û entegrasyona ewlehiyê nîşan dide."

'DYA’YÊ ŞERÊ LI DIJÎ ÎRANÊ DA DESTPÊKIRIN LÊ WELATÊN KENDAVÊ BEDELA WÊ DIDIN'

Ajansa Reutersê li ser zimanê çavkanî û şîrovekarên ji welatên Kendavê, ragihand ku şerek di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)- Îsraîlê û Îranê de, dibe ku welatên Kendavê yên hilberînerên petrolê bi bandorên girîng ên aborî û ewlehiyê re rû bi rû bihêle.

Çavkaniyan destnîşan kir ku her çendî ku hikumetên kendavê ji Tehranê re gotibûn, dê rê nedin ku xakên wê an jî qadên wê yên hewayî ji bo êrişan werin bikaranîn, lê li hin paytextên Kendavê nerazîbûnên ji ber êrişên Îranê yên ku tesîs, balafirgeh û benderan dikin hedef, zêdetir bûne.

Di vê çarçoveyê de seroka Navenda Siyaseta Îmaratê Ibtîsam El Kutbî diyar kir ku welatên Kendavê ev pevçûn nexwestin, lê di warê ewlehî û aboriyên xwe de bedelê didin, di heman demê de destnîşan kir ku Îran nikare ji berpirsiyariya zêdebûna aloziyê bêpar bimîne.

Hate gotin: "Şer, welatên Kendavê neçar kiriye ku girêdayîbûna xwe ya ewlehiyê bi DYA’yê ve bi meyla mezinbûnê ber bi curbecurkirina hevkariyên navneteweyî û xurtkirina şiyanên xwe yên parastinê ve ji nû ve binirxînin."

Her wiha hate gotin, profesorê têkiliyên navneteweyî li Dibistana Aboriyê ya Londonê Fewaz Cerces diyar kir ku şer dikare tezên kevneşopî yên ku têkiliya Washington û welatên Kendavê ya bi dehan salan ku li ser dan û standina parastina ewlehiyê li hember herikîna enerjî û veberhênanan hatiye avakirin, tevlihev bike.

‘ROJHILATA NAVÎN: KAOSA AFIRÎNER AN KAOSA WÊRANKER?'

Rojnameya El Ereb analîzek bi mijara "gelo şerê li dijî Îranê tevliheviya di stratejiya DYA’yê de de nîşan dide yan jî beşeke nêzîkatiyeke berfirehtir e li ser bingeha teoriya kaosa afirîner?" weşand.

Li gorî rojnameyê,  berdewamiya şer bêyî rêyeke siyasî ya zelal hebe, dibe ku kaosa herêmî kûrtir bike û çembera pevçûnê fireh bike. Rojnameyê hişyarî dide vebijêrka leşkerî tenê dikare Rojhilata Navîn veguherîne qadeke vekirî ji bo tesfiyekirina hesabên navneteweyî û herêmî.

(bb)