Li Dirbêsiyê komxebateke ji bo mafê zimanî yê gelê Kurd hat lidarxistin

Di komxebatekê de ku li Dirbêsiyê hat lidarxistin, mafê çandî û zimanî yê gelê Kurd hat nîqaşkirin û hat diyarkirin ku divê zimanê kurdî bê parastin, hebûna wî di perwerde û destûrê de bê pêşxistin.

Li Dirbêsiyê komxebateke ji bo mafê zimanî yê gelê Kurd hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê komxebateke ji bo mafê zimanî yê gelê Kurd hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê komxebateke ji bo mafê zimanî yê gelê Kurd hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê komxebateke ji bo mafê zimanî yê gelê Kurd hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê komxebateke ji bo mafê zimanî yê gelê Kurd hat lidarxistin
Li Dirbêsiyê komxebateke ji bo mafê zimanî yê gelê Kurd hat lidarxistin
6 cotmeh, 2026   15:51
HESEKÊ

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) li bajarê Dirbêsiyê têkildarî mafê çandî û zimanî yê gelê Kurd li Sûriyeyê, bi beşdariya kesayetên siyasî, çandî, endamên saziyên civaka sivîl û meclisên li bajêr, komxebatek li dar xist.

Komxebatê bi rêzgirtin dest pê kir, paşê der barê rewşa mafê çandî û zimanî yê gelê Kurd, parastina zimanê kurdî û pêşxistina hebûna wî di saziyên perwerdeyê û destûrê de nîqaş hatin kirin.

Mamosteyê zimanê kurdî Mihemed Haco li ser hewldanên tunekirina nasname û çandî kurdî, rêgirtina li ber bikaranîna zimanê kurdî axivî û destnîşan kir ku bi van hewldanan nekarîn nasname û çanda gelê Kurd tune bikin.

Mihemed Haco da zanîn ziman û çand du xalên sereke yên parastina nasnameya gelan in, divê zimanê kurdî wek beşeke sereke ya nasnameya gelê Kurd bê parastin.

Yek ji beşdarên komxebatê Ebîr Hesen jî bal kişand ser rewşa perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan û da zanîn ku hejmareke mezin a mamosteyên zimanê kurdî heye. Ebîr bang li tesbîtkirina zimanê kurd di destûra Sûriyeyê de kir.

Ebîr Hesen diyar kir ku divê mamsote, xwendekar û civak jî ji bo parastina zimanê kurdî û pêşxistina hebûna wê di hemû qadan de xebatên xwe bidomînin.

Komxebat bi nîqaşên li ser mafê çandî û zimanî yê gelê Kurd, pêşxistina hebûna zimanê kurdî di qadên perwerde û destûrê de bi dawî bû.

(sb)

ANHA