Wezîrekî berê yê Iraqê hişyariya projeyeke nû ya terorê da

Wezîrekî berê yê hikumeta Iraqê Baqir Cebir El Zubeydî der barê derketina projeyeke nû ya terorê hişyarî da û destnîşan kir ku hejmara çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyeyê zêde bûye û gihîştiye 10 hezar çeteyî.

Wezîrekî berê yê Iraqê hişyariya projeyeke nû ya terorê da
6 cotmeh, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrekî berê yê Karên Hundirîn û Darayî yê Iraqê Baqir Cebir El Zubeydî têkildarî projeyeke terorî ya nû li herêmê hişyarî da, aşkera kir ku piştî hilweşîna rejîma Baas`ê sala 2024`an hejmara çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyeyê zêde bû, ji hezar çeteyî bû nêzî 10 hezar çetayan.

El Zubeydî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Vekişîna DYA`ê ji Iraqê nayê wateya vekişîna ji herêmê.” destnîşan kir ku xalên Washinton`ê yên mezin hîn li Qeter, Tirkiyeyê, Urdin û Siûdiyê hene, ev jî xaleke ku heke hacet bibe Amerîkayê dikare bi lez tevbigere û berê xwe bide Iraqê.

El Zubeydî diyar kir ku metirsiyên ji ber hebûn projeyeke terorî nû heye li herêmê, hejmara çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyeyê jî bi awayeke domdar zêde dibe, ev mijareke pir xeter e, heke şerê Rûsya-Ukraniya bi dawî bibe, wê hejmareke mezin a çeteyên beşdarî wî şerî bûne berê xwe bidin Sûriyeyê û herêmê.

Nerîna El Zubeydî di vê mijarê de wiha ye: “Projeya terorê ya nû wê bi awayeke naskirî dest pê bike, wê destpêkê bi daxwaza maf bibe, dûra wê veguhere rakirina alên olî, paşê jî çekdariyê.”

El Zubeydî da zanîn ku divê hêzên ewlehiyê îro ji bo gotara olî ya ku ji aliyê derve ve tê tevgerandin hişyar be, wê bi vê yekê projeya xwe ya terorî ya nû bikarbînin.

(sb)