Hewldana qaçaxçîtiya 225 hezar hebên Captagonê ji Lubnanê bo Şamê hat têkbirin

Beşa Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişberê li Rîfa Şamê ragihand ku wan hewldana qaçaxçîtiya barekî hebên Captagonê ji sînorê Lubnanê ve têk birine, 225 heb hatin desteserkirin û 2 kesên tawanbar hatin girtin.

Hewldana qaçaxçîtiya 225 hezar hebên Captagonê ji Lubnanê bo Şamê hat têkbirin
6 cotmeh, 2026   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişber a girêdayî Wezareta Karên Hundirîn ragihand ku lêkolînên meydanî û xebatên çavdêriyê bûne sedema desteserkirina 225 hezar hebên Captagonê û girtina 2 kesên ku di kiryara qaçaxçîtiyê de cih digirtin.

Rêveberiyê da zanîn ku kelûpelên qaçax bi awayekî fermî hatine desteserkirin û her 2 kesên girtî ji bo lêkolînên zêdetir û pêvajoyên yasayî radestî rayedarên dadwerî yên têkildar hatine kirin.

Ev operasyon piştî hewldaneke din a qaçaxçîtiyê ji axa Lubnanê hatibû kirin û hatibû têkbirin pêk hat. Di 25’ê Îlonê de Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişberê ragihandibû ku piştî kemînekê ji bo rawestandina qaçaxçîtiyê berî ku bigihîje cihê xwe, 24 kîlogram heşîş û 113 şûşeyên alkola qaçax hatine desteserkirin.

(f)