Keştiyek li tengava Hurmuzê hat hedefkirin: 12 kes birîndar bûn

Keştiyeke bazirganiyê ya ala Panamayê li ser dema di tengava Hurmuzê re derbas dibû hat hedefkirin. Di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Keştiyek li tengava Hurmuzê hat hedefkirin: 12 kes birîndar bûn
6 cotmeh, 2026   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Hindistanê bi daxuyaniyekê ragihand keştiyeke bazirganiyê bi navê “MT On Peace” ya ala Panamayê li ser dema di tengava Hurmuzê re derbas dibû bi guleyekê hat topbarankirin. 

Wezaretê diyar kir ku di encama topbaranê de, 11 jê hindî 12 endamên ekîbê birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyê, endamên ekîbê ku ji 19 kesan pêk dihat.

Wezaretê diyar kir ku rayedarên Omanê birîndar rakirin bajarê Xesebê da ku werin dermankirin.

Wezaretê êriş şermezar kir û banga rawestandina armanckirina keştiyên bazirganî, xebatkarên deryayî û binesaziya sivîl li herêmê kir.

 (f)