Di medyaya erebî de dan û standinên Lubnan-Îsraîlê û rewşa li Xezayê 

Medyaya erebî nivîsî ku dan û standinên di navbera Lubnan û Îsraîlê de hîn jî rastî aloziyên siyasî û ewlehiyê tên, di heman demê de astengiyên bicîhanîna rêziknameyên nû yên îdarî de li Xezayê berdewam dikin.

Di medyaya erebî de dan û standinên Lubnan-Îsraîlê û rewşa li Xezayê 
20 nîsan, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser pêvajoya dan û standinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de û her wiha rewşa li Xezayê nivîsîn.

‘RÊYA DERKETINA JI NAVA ŞER GIRTÎ YE’

Rojnameya El Şerq El Ewset destnîşan kir ku pêşketinên dawî yên di têkiliyên Lubnan-Îsraîlê de, tevî hin nîşaneyên erênî yên wekî agirbesta demkî û hewldana ber bi danûstandinên rasterast ve, hîn jî ne bes in ku Lubnanê ji rewşa şer derxin.

Rojnameyê diyar kir ku astengiya bingehîn li pêşiya dewleta Lubnanê ku ew nikare biryarên xwe bi cîh bîne, ji ber ku biryara şer û aştiyê bi faktorên navxweyî û derveyî ve girêdayî ye, bi taybetî jî rola Hizbullahê.

ÇEKÊN ATOMÎ

Independent Arabia li ser mijara çekên atomî bi xwendinek analîtîk a li ser bingeha ezmûna dîplomatîk di nav Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) de, nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku ev çek ne ewqas têne bikar anîn, lê wekî astengkerek di têkiliyên navneteweyî de têne bikar anîn.

KOMÎTEYA XEZAYÊ YA ASTENGKIRÎ

Rojnameya El Xelîc behsa astengiyên li pêşiya xebata komîteya rêveberiya Xezayê kir, û destnîşan kir ku ew hîn jî nikare erkên xwe li ser erdê pêk bîne ji ber astengiya Îsraîlê, tevî hewldanên navbeynkarên navneteweyî.

Li gorî rojnameyê, berdewama vê rewşa bêçare îhtîmala ku rewşa li Xezayê nearam bimîne, ji ber nebûna zexteke navneteweyî ya ku alîyan ber bi pêkanîna peymanên pêşniyarkirî ve bikişîne.

(k)