Li Helebê di encama teqînekê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Li rojhilatê Helebê kesekî di encama teqîna guleyeke bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê di encama teqînekê de kesekî jiyana xwe ji dest da
20 nîsan, 2026   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro li zeviyê Dirêhim ê bajarokê Xenasir ê li rojhilatê Helebê kesekî sivîl ji ber teqîna guleyeke bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyan, ji destpêka îsal ve, ji ber teqîna bermahiyên şer 153 kes hatine kuştin û 208 kes birîndar bûn.

(bb)