Di Meclisên Xwecihî yên Filistînê de Jinan ji sedî 33 kursî wergirtin

Jian di hilbijartinên meclisên xwecihî yên Filistînê de serkeftinek mezin bi dest xist, ji sedî 33 kursî wergirtin.

Di Meclisên Xwecihî yên Filistînê de Jinan ji sedî 33 kursî wergirtin
26 nîsan, 2026   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîsyona Hilbijartinên Navendî ya Filistînê Ramî El Hemdellah encamên hilbijartinên meclîsên xwecihî yên Filistînê ku duh hatibûn lidarxistin ragihandin ku jinan serkeftinek mezin bi dest xist. Jinan ji sedî 33 kursî di meclisên nû de bi dest xistin.

Hemdellah di civîneke çapemeniyê de li navenda komîteyê ya Ramellahê, îro, bi beşdariya Serokwezîr Mihemed Mistefa diyar kir ku rêjeya beşdariyê di van hilbijartinan de pir dişibihe rêjeyên beşdariyê yên hilbijartinên xwecihî yên berê. Ji ber ku gihîştiye ji sedî 54 kesên ku mafê dengdanê hene.

Hemdellah destnîşan kir ku 197 deste bi dengdanê bi ser ketine, piraniya wan ji gundên biçûk in û hilbijartin li 183 deseteyan pêk hatine, piraniya wan ji bajar û bajarokên mezin in û dengderên di wan koman de ji sedî 67 hejmara giştî ya kesên ku mafê wan ê dengdanê di van hilbijartinan de heye pêk tînin.

(ac/fr)